‘Dewlet hewl dide Elewiyan asîmîle bike’
Hevserokê DAD’ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir ku desthilatdarî nikare bi komkujiyan civaka Elewî tune bike, lewma hewl dide asîmîle bike.
Hevserokê DAD’ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir ku desthilatdarî nikare bi komkujiyan civaka Elewî tune bike, lewma hewl dide asîmîle bike.
Hevserokê DAD’ê Mûstafa Karabûdak got ku bi rapora ‘hişê wî ne li serê wî ye’ êrîşkarê cemxaneyan, tê xwestin ku ser bûyerê were nixûmandin.
Di 30’ê Tîrmeha 2022’an de êrîş li ser çar saziyên Elewiyan ên li Enqereyê pêk hat. Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak ku rûniştina yekem a dozê dişopîne, ji ANF’ê re axivî. Karabûdak diyar kir ku tevî roja yekem gilî kirine û 5 parêzer dişopînin, di nava 6 mehan de tu agahî û belge nedayîne wan û got: “Di îdîanameyê de, navê saziya me jî derbas nabe. Tevî ku em jî aliyek in, me îdîaname û roja ji dozê ji çapemeniyê hîn bûn. Ew hişmendî li salona dadgehê jî wisa bû. Dadger û dozger em ji nedîtî ve hatin.”
WÊ RAPOR QEBÛL BIKIRINA
Karabûdak bal kişand ku raporek dan tometbar ku ew sê hefteyan li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkent maye û ehliyeta wî ya cezaiyê nîne. Karabûdak wiha pêde çû: “Wê rapor li dadgehê erê kiribûna û bûyer rewa nîşan dabûna. Bi mudaxeleya parêzeran me, ev yek pêk nehat. Bi vî awayî car din di nexweşxaneyek tam bi teşekul de yan jî ji Saziya Tiba Edlî hat xwestin ku rapor bê teyîtkirin.”
Karabûdak destnîşan kir ku di dema Selçûkî, Osmanî û Komarê de jî desthilatdariyê nekariye serî li vê civakê bide tewandin û wiha got: “Her pêvajoyê hewl dane ku bi polîtîkayên qirkirin, komkujî û sirgûnê zextê li ser vê civakê bikin. Îro jî heman polîtîka dewam dike.”
BERDEWAMA HEMAN PROJEYÊ
Hevserokê DAD’ê Mûstafa Karabûdak ragihand ku hîna jî hewl tê dayîn ku baweriya Elewiyan bê asîmîlekirin û wiha bilêv kir: “Bi komkujiyan nekarîne civaka Elewî tune bikin, niha jî hewl didin ku Elewiyan asîmîle bikin. Herî dawî diyaneteke Elewiyan ava kirin. Berdewama profeya mizgeft-cemxaneyê ye ku nekarîn pêk bînin. Elewî, Kurd, Ermenî; hemû bawerî, gel û nasname yên li ser vê xakê dijîn, divê bikaribin bi ziman û şexsiyeta bijîn. Xwesteka Elewiyan jî ev e.”