Destpêkê faşîstan, piştre polîsan êrîşê xwendevanan kir
Destpêkê faşîstan êrîşê xwendevanên sosyalîst û welatparêz ên li Zanîngeha Stenbolê kir, piştre jî polîsan êrîş kir. Gelek xwendevan bi kelemçe û êşkenceyê hatin destgîrkirin.
Destpêkê faşîstan êrîşê xwendevanên sosyalîst û welatparêz ên li Zanîngeha Stenbolê kir, piştre jî polîsan êrîş kir. Gelek xwendevan bi kelemçe û êşkenceyê hatin destgîrkirin.
Li Zanîngeha Stenbolê êrîşek din li ser êrîşên faşîst ên sê meh in didomin, zêde bû. Faşîstan li Fakulteya Edebiyat êrîşê xwendevanên sosyalîst û welatparêz kir. Jinek xwendevan bi cama şûşeyê, ji serê xwe birîndar bû. Xwendevanan ji bo protestokirina êrîşê, bi armanca daxuyaniyekê bidin bi berzkirina dirûşmeyan heta deriyê sereke yê zanîngehê meşiyan û polîsan êrîşê xwendevanan kir. Gelek xwendevan bi êşkenceyê hatin destgîrkirin û xebatkarên çapemeniyê jî hatin derpkirin û bi zorê ji qadê hatin dûrxistin.
Polîsan êrîşê xwendevanên ku hewl dan destgîrkirina hevalên xwe asteng bikin, jî kirin. Tevî hemû astengiyan jî xwendevan hatin ba hev û peyama “Beyazit wê ji faşîzmê re bibe goristan” dan.