Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Îdrîs Balukan da zanîn ku di mijara encamên rakirina destnedanê de divê du caran bê fikirîn û wiha got: “Ger ku destnedan rabe divê ji bo 550 parlamenterî be. Kesên fesadê dixe nav îhaleyê û sextekariya ewrakan dikin hene. Di vir de serokwezîr jî heye.” Baluken ku ji ANF’ê re axivî bi bîr xist ku tezkereya tevgera leşkerî ya dersînor jî dê bê rojevê û da zanîn ku AKP li şûna konsepta şerê 30 salî ger ku polîtîkayeke çareseriyê bimeşîne dê jidiliya xwe derxe holê.
Li Meclîsa Tirkiyeyê sibê serdema nû ya qanûndanîna nû dê pêk bê.Meha cotmehê ku dê meclîs vebe dê demeke ji bo girtina biryarên krîtîk girîng be. Bi vebûna meclisêre bi taybetî BDP ku temsliyeta muxalefetê ye der barê rakirina destnedana parlamenteran de nîqaşan û her wiha ligel mijarên tezkereya derveyê sînor ku di 17’ê cotmehê de bi dawî dibe komkujiya Roboskê jî bîne rojevê.
TEHDÎDA DESTNEDANÊ
Piştî rastina HPG’ê û BDP’iyan di serî de Erdogan û hemû AKP’yî li hemberî wekîlên BDP’ê nêzîkatiya bila destnedana wan rabe hatin rojevê û ev nîqaşên wan yên nû dê Lijneya Giştî ya Meclisê mijûl bike. AKP û Erdogan piştî Şemzînan û wendahiyên Artêşa tirk xetimî. Li hemberî van geşedanan dem bi dem wekî bersivdanê li sînyalên bila destnedana parlementerên BDP’ê rabe hate dayîn. Erdogan ji bo Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş gotinên wekr; “Ger ruyê wî hebûya ne li Meclisê dê niha li Qendîlê ba. Tu ne nûnerê vî neteweyê yî. Tu bi çi ruyî tên Meclisê sond dixwî? Tu dibêjî 400 km di bin kontrola terorê de ye. Daraz tiştê hewce ji xwe dike. Em jî li Parlamentoriyê tiştê pêwist dikin.” Gotibû û siyaseta kurd tehdît kiribû.
Mijara din ya di dema nû de di rêza yekemîn de cih digire tezkereya tevgera derveyê sînore. Rayeya ku salekî dabûn hikûmetê di 17’ê cotmehê de bi dawî dibe. Tezgere dê li Lijneya Giştî bê nîqaşkirin û îhtîmala ku dÊ salekê dirêj bibe ji sedî sed e. Di erêkirina tezkereyê de ji bilî BDP’ê, tê payîn ku MHP, AKP û CHP dê erê bike.
ENCAM DIVÊ DU CARAN BÊ FIKIRÎN
Divê mijarê de helwesta BDP’ê jî diya re. Cîgirê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken axivî û wiha got: “Bi qanûndanîna nû re bi taybetî gel ji parlamentoriyê li benda xebatan e. Di dema borî de li hemberî van bendewariyan pratîkek binketî hebû. Divê şer biqediya û pêvajoyek bi rumet dest pê bikira. Gel ev peywir dabû me. AKP di tasfiyê de bi israr bû. Partiyên din bi nêzîkatiya pratîka berê çûn û ev jî binketinek anî. Îsal ji Parlamnetoyê bendewariyeke ku êdî polîtîkayên şer bi dawî be heye. Gotinên der barê rakirina destnedanê de, li dij bendewariyên gel in. Ev jî ber bi şaşiyê ve dibe. Me encamên heyî parve kir. Rakirina parlementeriya çend parlamenterên BDP’ê hêviyên der barê siyaseta demokratîk de diqedîne. Encama vê dê giran be. Pevçûn dê kûrtir bibin. Dê tiştên cuda bîne. Di vê mijarê de kesên berpirsyar divê du caran bifikirin.”
NÎQAŞÊN DESTNEDANÊ SEROKWEZÎR JÎ DIGIRE NAV
Baluken da zanîn ku ev pêvajo berê jî hatiye ceribandin û tenê pirsgirêk kûr bûye û wiha got: “Ev li hemberî nêrîn û daxwazên azadiya gel asteng e. Ger ku destnedan rabe de 550 parlamenter di nav de ye. Hemû kes di çarçoveya vê de tên darizandin. Yên di îhaleyan de fesadiyê dikin dikin, yên sextekariyê dikin. Di navan de serokwezîr jî heye. Ev fêdeyekê nayne. Daxwaza me ew e ku mijara destnedanê neyê hemberî me û lê ger ku were jî tê bendewariyên gel yên ji siyasetê ji nû ve teşeyê bigire. Dema nû dibe ku destpêkek nû be. Ji ber vê jî divê ev ji rojevê derkeve. Dive parlamenter tevli pêvajoya çareseriyê bibin.
NE TASFIYE DIVÊ KONSEPTA AŞTIYÊ HEBE
Baluken destnîşan kir ku wekî hikûmetên din AKP jî polîtîkayên xwe derdixe holê û nakeve vê helwestê û wiha got: “AKP gotinên wî yên cuda hene. Helwesta wê ya tezkereya şer a meclisê girîng e. Di mijara pirsgirêka kurd de jî û di mijara pirsgirêka Suriyeyê de jî, ger hun bi tezkereya şer nekevin serdema û bi polîtîkayên aştiyê vebikin dê rewşa neyînî ji holê rabe. Lê rewşa AKP’ê diyar e. Ji bilî BDP’ê dê bi partiyên din tezkereyê bide qebûlkirin.
EM Ê JIDILIYA AKP’Ê BIBÎNIN
Baluken wiha dirêjî da axaftina xwe: “Operasyonên dersînor berê bi dehan carî pêk hat, lê encam negirt. Derbarê Suriyeyê de jî hesabê wan hene. Der barê destkeftiyên kurdan de avakirina herêmeke tampon di rojeva wan de ye. Ev rewş jî dê Tirkiyeyê bibe nava pevçûneke herêmî û mezhebî. Divê AKP dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde. Ger helweseteke cuda nîşan nede dê samimiyeta AKP’ê diyar be. “