22:23
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 24 hezar û 617’an
Li gorî daxuyaniya rayedarên dewleta Tirk hejmara kesên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, derket 24 hezar û 617’an.
21.00
Polîsan dest danîn ser alavên alîkariyê yên HDP’ê û gule li gel reşandin
Polîsan dest danîn ser alavên alîkariyê yên HDP’ê ku ji Îzmîrê bo Osmaniyeyê şandibûn. Piştî ku bertek hatin nîşandan, polîsan gule reşandin.
Rêxistina HDP’a Îzmîrê xwest kamyoneke alîkariyê bo Osmaniyeyê bişîne lê polîsan dest danîn ser. Li ser vê yekê HDP’iyan jî bertek nîşan dan. Polîsan bi bombeyên gazê êrişî HDP’iyan kir, derb kirin û gule li hewa reşandin. Piştre jî HDP’iyek hate binçavkirin. Polîsan alavê alîkariyê radestî AFAD’ê kirin.
Rêveberekî HDP’ê têkildarî bûyerê agahî dan û got ku heta ku hatin Osmaniyeyê jî ji hêla polîsan ve hatine şopandin. Rêveberê HDP’ê bi domdarî ev agahî dan: “Dema em gihiştin Osmaniyeyê, ji hêla polîsên sivîl ve hatin sekinandin. Sedema hatine me ji me pirs kirin. Me jî jê re got ku em ji bo alîkariyê hatine. Piştre jî cendirme û polîsên TEM’ê hatin û bêyî ku sedemekî nîşan bidin, dest danîn ser kamyonê. Dema gelê li vê derê bertek nîşan dayî jî bi bombeyên gazê û copan êriş kirin. Tevî vê yekê jî gel belav nebû. Li ser vê yekê li hewa gule reşandin.”
20.30
Li Meletiyê hezar û 224 kes jiyana xwe ji dest dan
Li gorî tesbîtên ku ji aliyê Walîtiya Meletiyê ve hate eşkerekirin, li Meletiyê hezar û 224 kes jiyana xwe ji dest dane û 6 hezar û 962 kes birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hezar û 154 avahî hilweşiyane û bêyî navçeyên navendê hezar û 40 avahî ziyan dîtine.
20.06
Qîr û qetran ji çiyayên Mereş û Semsûrê herikî
Ji ber rabûna erdhejê li Mereşê, li dora girê çiyayê Kuşkayasi liv û tevger çêbû. Derketina keldûmanê ji çiyayê li bajarokê Buyuk Kizilcik ê Goksûnê û herikîna qetranê, bû cihê fikaran.
Serendezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan, got ku ji ber çêbûna qelşê di çiya de, teqîn çêbûye. Ercan, li ser dîmenê wiha axivî:
‘’Enerjiya ji ber erdhejeke bi M7,9’î bi qasê megatonekê; ji ber ku bandora xwe bi qasê TNT’yê ye, kiriye ku magma bilive û li Mereşê qelîştek li çiya ketiye. Kevirê reş ê herikbar ku 2 hezar derence germ pijiqandiye û çiyayê agirîn (volkan) jê çêbûye. Xilav, arî û keldûmana avê ku ji qelîşteka kûr a ji çiyayê Kûşkayasi yê Goksûnê derketiye, berfa li çiya helandiye, bi heriyê re bi awayekê avî, bi 40-60 km/ saet lezê, herikiye qûntara çiya. Kujende ye. Jê re ‘heriya çiyayê agirîn’ tê gotin.’’
Piştî ku dîmena li Mereşê bû rojev, AFAD jî tevgeriya. AFAD’ê têkildarê tevgera li Çiyayê Kûşkayasi wiha got: ‘’Ariya agirîn, teqîna volkanîk û derketina gazê, nîn in. Bi bandora erdhejê çêbûye. Ne tiştekê giring e.’’
Li navçeya Gergerê ya Semsûrê jî hema bibêje heman tişt qewimî. Di dîmena li Geçîtliyê hatiye kişandin de, xuya ye ku tiştekê mîna qetranê ji çiya ber bi çem ve diherike.
18.59
4 kesên di bin kavilan de ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
Li mezrika Pamûklûyê ya gundê Kaşlicayê yê navçeya Tûtê ku piştî erdhejê kes neçûyê, 4 kesên di bin kavilan de ji sermayê jiyana xwe ji dest dan.
Dilxwazin ku ji bo piştevaniyê hatin Semsûrê, xwe digihînin deverên ku AFAD neçûyê. Dilxwaz, piştî 6 rojan xwe gihandin mezrika Pamûklû ya gundê Kaşlicayê yê navçeya Tûtê ya Semsûrê. Li mezrikê ku 32 kîlometreyan dûrî navenda Semsûrê ye, di erdhejê de 8 avahî hilweşiyan. Ji ber ku berfeke zêde li mezrikê bariyaye, xwegihandina wê jî pir zehmet e. Ji roja ku erdhej çêbûye kes neçûye mezrikê. Hat diyarkirin ku li vir 4 kes qerisîne û jiyana xwe ji dest dane.
Şêniyê Pamûklûyê Ridvan Ataş, anî ziman ku piştî erdhej çêbûye kes nehatiye mezrikê û got: "Ne ji AFAD ne jî ji cihekî din alîkarî nehat. Ji ber ku zinar herikîn, rêyê ber bi gund hat girtin. Lê rêya din vekirî bû. Ên bixwastan ji bo alîkariyê bihatana dikaribûn bi rihetî bên. 6 roj in em di vê berfê de di hundirê wesayîtê de ne. Piştî erdhejê bi sê rojan carekê tenê cendirme hatin. Şorbe dan me û çûn. Îro jî qeymeqam hat, wisa tûrekê geriya û çû."
Mûstafa Ataş jî anî ziman ku AFAD duh hatiye û tenê 4 kon dane wan û got ku ev kon têra wan nakin. (Ajansa Mezopotamyayê)
18.44
Li Churê şîn hate danîn
Li bajarê Chur a Swîsreyê 9 malbatên ji Meletî, Mereş û Semsûrê ji bo xizmên xwe yên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, şîn danîn. Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW), rêveberên Konseya Demokratîk a Kurd a Swîreyê û gelek kes tev li şînê bûn.
Rêveberê KOMAW’ê Metîn Mîntaş di şînê de axivî û sersaxî jî malbatan re xwest. Mîntaş got, “Bi karesateke mezin re rû bi rû man. Li vir malbatên me yên ji Mereş, Semsûr û Meletiyê ku xizmên xwe winda kirine heye. Em li ser navê KOMAW’ê sersaxiyê dixwazin. Ji bo malbatan çi ji destê me were em ê bikin. Ev êş êşa me hemûyan e.
18.12
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 22 hezar û 327’an
Hejmara kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê ya li navçeya Bazarcix a Mereşê de jiyana xwe ji dest dane derket 22 hezar û 327’an. 80 hezar û 278 kes jî bi birîndarî rizgar bûn.
18.10
Li Elbîstanê hewaya sar zor li jiyanê dide
18.01
Beştaş: AKP û MHP’ê 16 pêşniyaznameyên me yên ji bo erdhejê red kirin
Piştî rabûna erdhejê li Mereşê, xelk, partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivil, ketine hewila kewandina birîna mexdûrên erdhejê. Derket holê ku hikûmeta AKP’ê û MHP’ê heta bi niha gelek pêşniyaznameyên ji bo vekolîna li ser erdhejê red kirine.
Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal, da xuyakirin ku deshilatdariya AKP-MHP’ê 16 pêşniyaznameyên wan ên ji bo erdhejê red kirine.
Meral Daniş Beştaş ev tişt nivîsîn:
‘’Me HDP’yê, ji bo lêkolîn li ser erdhejê bê kirin, 16 pêşniyazname dan, AKP-MHP’ê bi dengên xwe ew red kirin. Bersiva 64 pirsnameyên me nedan ya jî bi çend gotinan di ser guhên xwe re avêtin. Ên ji efûya îmarê re gotine erê, ji tevdîran re dibêjin na. Gunehê vê felaketê di stûyê we de ye.’’
17.39
Li Sergolanê, av ji gel re tê belavkirin
17.14
Dîmenên hilweşîna li Sergolanê
17.11
'Ne dewlet, lê şoreşger diçin hawara gel’
Li Antakyayê, Rêveberê Dev Yapi Îş’ê Osman Unel got: ‘’Ne dewlet, lê şoreşger û welatparêz diçin hewara mexdûrên erdhejê.’’
17.01
Li Sergolanê gel di konan de dimînin
Li navçeya Sergolan ya Semsûrê, gel di konan de dimînin.
16:03
Rêveberiya Xweser û TEV-DEMʹê serdana mexdûrên erdhejê kir
Şandeya ku ji hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El Ebid û hevserokê TEV-DEMʹê Xerîb Hiso pêktê, serdana kon û navendên hewandinê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir û rewşa kesên ji ber erdhejê ziyan dîtine, şopand.
16:01
'Dewlet li Hatayê nîn e, sazûmanên rêxistinkirî hene'
Neslîhan Acar ku li ser navê HDK’ê li Hatayê erkdar e, diyar kir ku dewlet li Hatayê nîn e, sazûmanên rêxistinkirî hene û bang li jinan kir.
15:56
20 TIR ji Hatayê re hat şandin
Li Colemêrgê TIR'a 20'an a alîkariyê ya ji aliyê HDP'ê û rêxistinên civaka sivîl ve tê berhevkirin, ber bi Hatayê ve bi rê ket. TIR, ji aliyê gel bi çep û tilîliyan hat birêkirin. Ji xeynî pêdiviyên bingehîn kefen jî li TIR'ê hatin barkirin.
Heya niha ji bajêr 20 TIR, 5 wesayîtên veguhastinê û 2 qamyon pêdiviyên bingehîn hatine şandin. Li seranserê bajêr jî heya niha ev wesayît ber bi herêma erdhejê ve hatine şandin: "Ji navenda Colemêrgê 6 TIR û 3 wesayîtên veguhastinê, ji Geverê 13 TIR, ji Şemzînanê TIR'ek û 2 wesyaîtên veguhastinê û ji Çelê jî 2 qamyon."
15:55
Konteynerên karsazan ên ji bo Elbîstanê hatibûn stendin hatin desteserkirin
30 konteynerên ku karsazên Elbîstanê ji bo mexdûrên erdhejê stendin û ew şandin Elbîstanê, ji aliyê eskeran ve hatin desteserkirin. Konteynerên ku bi hinceta Rewşa Awarte hatin desteserkirin, li TIR'ên Wezareta Tenduristiyê hatin barkirin.
Welatiyên li Ewroyê ji bo mexdûrên erdhejê 30 konteyner stendin û ber bi Elbîstanê ve şandin. Konteyner li Erziromê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin û nehat hiştin ku li TIR'an bên barkirin.
Leşkeran Rewşa Awarte (OHAL) kirin hincet û dest danîn ser TIR'an. Leşkeran konteynerên desteserkirî li TIR'ên Wezareta Tenduristiyê bar kirin û gotin dê ji Semsûrê an jî Mereşê re bişînin.
Karsazê Elbîstanê ku ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re axivî wiha got: "Ev mînaka herî bebriçav a pergala dewletê ya li hemberî me kurd û elewiyan e. Em vî tiştî qebûl nakin. Mirov li vir ji serma diqerisin û astengiyeke wiha nayê qebûlkirin. Em karsaz, me ev yek organîze kir û me 30 konteyner kirîn. Lê konteynerên me desteserkirin. Niha hevdîtinên me yên bi rayedarên wezaretê re didomin. Em nizanin dê dawî çi be. Lê divê demek berî demekê ev mesele bê çareserkirin."
15:52
Dewleta Tirk 30 konteynerên ku ji Elbîstanê re dihat şandin, asteng kir
Welatiyên ku li Ewropayê dijîn, xwestin ji bo mexdûrên erdhejê 30 konteyner bişînin Elbîstanê. Konteynerên ku li Erziromê hatin barkirin, ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin. Her wiha kesên ku di koordîsnasyona alîkariyê ya li Elbîstanê de cih digirin, xwe gihandin parlementerên HDP’ê û rewşê ragihandin. Lê heta niha ti encam nehatiye girtin.
15:28
16 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, li Sêrtê hatin veşartin
Li Apartmana Zaferê ya li Kolana Albay Kemal Bozkûrtê ya Taxa Esenlîkê ya Hatayê, ji malbata Çîçek 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes tevlî merasîmê bûn. Malbata Çîçek a ji 13 kesan pêk dihat, li goristana Bajaroka Ciwanîka yê Sêrtê hatin veşartin.
Birayên hev Hekîm, Nevzat û Ridvan Akbûlût ku ji bo karê înşaetê çûn Mereşê, di bin kavilên Otela Kazanci jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 3 birayan ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kurtalanê hate wergirtin û li Goristana Taxa Seyrantepeyê hatin veşartin.
15:23
Bûldan û Kiliçdaroglû çûn ser kavilên avahiyên li Amedê
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçcdaroglû, vekolîn li ser kavilên 7 avahiyên li Amedê kir û serdan li gel kir ku şeş roj in li ber Apartmana Sozel a taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê li hêviyê ne ku agahiyekê ji xizmên xwe werbigirin. Berdevka partiyê Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenter Hişya Ozsoy Ruştu Tîryakî û Hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan di nav şandeyê HDP’ê de bûn. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaoglû jî, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Îzmîrê Tûnç Soyer, Şaredarê Enqereyê Mansûr Yavaş, Şaredarê Mersînê Vahap Seçer, Parlamenterê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û gelek parlamenter û şaredar pê re bûn. Bûldan ku Kiliçdaroglû di der barê avahiya xerabûyî de agahdar kir, got: ‘’Ji roja pêşîn ve em bi derfetên xwe bûn seferber lê hûn jî dibînin ku hevşaredarên me di girtîgehan de ne û qeyûm anîne şûna wan. Dest dane ser şaredariyên me. Eger ne wisa bûya niha wê ji zû de birîn bihatina kewandin.’’ Serokê Giştî yê CHP’ê jî wiha got: ‘’Avahî baş nayên çêkirin, bi rêk û pêk lê nayê nihêrtin, pirsgirêkên wiha hene. Lê pirsgirêka herî mezin ew e ku li cihê erdhej lê rabûye, koordînasyoneke baş nîn e. Êşên ku ji ber nebûna koordînasyonê çêbûne hene.’’ Mexdûrek erdhejê got: ‘’Ev ne erdhej e, Kurdan dikujin. Dewlet mafê min dixwe. Em li kuçeyan radizin. Keça min berasteng e. Li Rezan dimînim, telefonê polîs û rayedaran dikim lê mijûl nabin.’’
15:22
AFAD tiştên ji bo alîkariyê tên şandin difiroşe
Ozan Serhat û Merve Nazlican ku li bin konên li Sumerpark a li navçeya Yenîşehîr a Amedê hatine vedan bi dilxwazî dixebitin, gotin ku tiştên bingehîn ku ji bo belavkirina li mexdûrên erdhejê tên dayîn, ji aliyê AFAD'ê ve tê firotin.
15.20
Rêxistinên mafên mirovan bertek nîşanî Rewşa Awarte dan
Rêxistinên mafên mirovan a navneteweyî bertek nîşanî biryara dewleta Tirk a Rewşa Awarte dan û wiha gotin: “Biryara Rewşa Awarte bandoreke neyînî li ser xebatên rizgarkirin û alîkariyên mirovî dike.”
14:44
Sancar: Divê xizmet li herêmê bên birêxistinkirin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û heyeta pê re, Koordînasyona Tenduristî û Kedê ya ku ji aliyê saziyên pîşeyî yên weke TTB û SES'ê ve hatiye avakirin ziyaret kir. Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fîncancî û Hevserokê Giştî ya SES'ê Husnu Yildirim der barê xebatên xwe de agahî dan.
Şebnem Korur Fîncancî got, "Me Edene weke navenda TTB'ê diyar kir" û got, “Di erdhejê de xebatkarên tenduristiyê bi zorê nedin xebitandin. Li şûna wan destûr bidin kesên dildar.”
Fîncancî got, "TTB'ê ji erdheja sala 1999'an tecrûbe girt. Lê belê di noqteya ku em gihîştine de, em dibînin ku piştî 24 salan otorîteyek cemaweriyê nîne."
Mîthat Sancar jî wiha axivî, "Sedema wêrankirinê gendelî, bêkontrolî û hilweşîn e. Navendîparêz û tevgera giran dibe sedema windahiyên mezin. Divê xizmet li herêmê bên birêxistinkirin."
Sancar got, "Berpirsiyariya me ew e ku di siberojê de felaketên civakî û siyasî rû nedin. Ya ku dê me rizgar bike, hevgirtineke mezin a civakî ye ku li ser têgihiştineke raya giştî pêk tê. Ji bo ku em vê pergala xerab, riziyayî û gendelî biguherînin, ev piştgirî firsendeke mezin dide me."
14:37
Mexdûrên erdhejê: Bila dewlet vekişe
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, bi parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Saît Dede, Ridvan Tûran û Behçet Yildirim re li Semsûrê serdana gel kirin. Mexdûrên erdhejê yên li şaredariya Yaylakonak û yên li Cemxaneya Yenîmahaleyê ji şandeyê re qala tiştên ku bi serê wan hat kirin û xwestin ku dewlet xwe ji herêmê vekişîne.
Xelkê wiha got: “Ti tişt nîne. Kon nîne. Bila dewlet xwe vekişîne, ev gel dikare bi hev re rabe ser lingan. Eger dewlet xwe ji navberê vekişîne, ev gel wê dora hev kom bibin. Alîkarî dişînin hin herêman. Lê li aliyê din tu tişt nîne. Hevalên me, canê me di bin kavilan de ne. Tîmên rizgarkirinê yên hatine, bi hemû hewldanan dixebitin. Tam wê derbixin, AFAD bê ku şerm bike dibêje ‘Hûn xwe vekişînin, em ê poz bidin qemereyan’.”
Mexdûrek din ê erdhejê jî wiha got: “Gundekî me bi navê Çaddere heye. Me nekarî xwe bigihînin wir. Ji ber berfê em nikarin dozer yan jî kepçeyê bibînin. Xelkê herêmê û bi taybetî şaredariyên bajarê mezin û saziyên sivîl ên civakî bi seferberiyeke mezin li ba me ne. Lê em rayedarên dewletê nabînin.”
14:35
Odeya Bijîjkan a Stenbolê: Organîzasyon pir xerab e
Piştî her du erdhejên mezin, endamên Odeya Bijîjkan a Stenbolê (ÎTO) çûn herêmê û çavdêriyên xwe ragihandin. Dr. Ozden Gungur li ser navê ÎTO’yê ku li avahiya Cagaloglûyê civîna çapemeniyê lidar xist, axivî û destnîşan kir ku organîzasyon pir xerab e.
Dr. Ahmet Tabdûk Mehlepçî jî anî ziman ku li Hatayê AFAD nizane çi bike. Mehlepçî got ku ew ji bo bi mexdûrên erdhejê re bibin alîkarî çûne herêmê, lê AFAD’ê derfet nedaye vê yekê.
Dr. Emrah Kirimli wiha got: “Nexweşxaneyeke bi 750 ranza lê hebûn, hilweşiya. Li Hatayê hemû saziyên tenduristiyê hilweşiyane. Eger ku ev cih bixebitiyana wê jiyana bi hezaran kesan rizgar bibûya.”
14:20
Li Sergolana Semsûrê ji ber erdhejê rê hilweşiyane
14:17
HDP'ê serdana Islahiyeyê kir
Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Nuran Îmîr, Fîlîz Kerestecîoglû, Muazzez Orhan û Mahmut Togrul li navçeya Islahiye ya Dîlokê çûn serdana mexdûrên erdhejê. Li vir nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn û bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn.
Li vir gel diyar kirin ku pêdiviyên wan bi kon û sobe heye. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî anî ziman ku dewleta Tirk alîkariyê li şêniyên biçûk belav nake. Olûc da xuyakirin ku, gel gotiye 'welatî me rizgar dikin, ne dewlet e' û banga mezinkirina hevgirtinê kir. Olûc got, "Her derengmayînek dibe sedema windahiyên nû.”
14:05
Dîmenên ji Elbistanê
14:04
Li Kerkûkê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê didome
14:01
Ji sedî 80’ê Kûllara Nûrhakê hilweşiyaye
Li bajaroka Kûllar a navçeya Nûrhak a Mereşê heta niha 60 kes hatine veşartin û tê diyarkirin gelek kes di bin kavilan de ne. Nifûsa bajarokê beriya erdhejê 5 hezar bû lê niha ji sedî 80’ê bajarokê hilweşiyaye.Piştî 5 rojan AFAD hatiye bajarokê.
13:29
Partiyên Başûr piştgiriyê didin kampanyaya HDP’ê
Piştgiriya gel û partiyên Başûrê Kurdistanê ya ji bo kampanyaya ku ji aliyê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê ve piştî erdheja li Bakurê Kurdistanê û Rojava hat destpêkirin didome.
Îro li Hewlêrê Tevgera Goran, Hizba Şuî Kurdistan, Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan, Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan û Yekitiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP’ê kirin. Partiyan piştgiriya xwe ji kampanya alîkariyê ku nûnertiya HDP’ê ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin re nîşandan.
Yek ji nûnera HDP'ê Nahîde Ermiş spasiya kesên ku piştgirî dane kampanyayê kir. Kurdo Salih jî li ser navê partiyên ku piştgiriyê didin kampanyayê got, "Em piştgiriya xwe ji bo kampanya ku HDP’ê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin re nîşan didin.Tevlîbûna kampanyayê wek erkek li ser milên xwe û tevayî welatiyan dibînin. Em bang li hemû alîgirên xwe dikin ku tevlî kampanyayê bibin.”
Şaxewan Xalid jî anî ziman ku, piştgirîkirina kampanyayê erkekî niştimanî ye.
13:23
Li Edeneyê 500 kesan jiyana xwe ji dest dane
Di erdhejê de li Edeneyê 12 avahî hatine hilweşandin. Di gelek avahiyan de jî xisar çêbûne. Serokê Odeya Tabîban a Edeneyê Selahattîn Menteş diyar kir li Edeneyê 500 kesan jiyana xwe ji dest dane, 7500 kes jî di nexweşxaneyan de tên tedawîkirin.
13:13
Dagirkeran êrîşî gerîlayan kir: Gerîlayek şehîd bû
Artêşa Tirk a dagirker êrîşê hêzên gerîla ku ji ber erdhejê biryara rawestandina çalakiyan dabû, kir. Di êrîşa ku dagirkeran 9’ê Sibatê bi çekên giran pêk anî de, gerîlayê bi navê Mazlûm şehîd bû.
13:12
Herî kêm 21 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane
Li gorî agahiyên ku dewleta Tirk daye herî kêm 21.043 kesan jiyana xwe ji dest dane û 80.097 kes jî birîndar bûne.
13:06
Li Semsûrê herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane
Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê û xebatkarên goristanê li Semsûrê herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi sedan cenaze jî wê werin veşartin. Hê jî di binê avahiyan de bi sedan cenaze hene (Ajansa Mezopotamyayê)
13:03
Avahiyên li dijî erdhejê çawa têne çêkirin?
Di 3'ê Çileya 1556'an de li bajarê Shaanxi yê Çînê di erdhejekê de 830 hezar kes mirin. Sedema mirinan xaniyên kevirî yên xerab hatin avakirin bû.
12:22
Hatîmogûllari pêwîstiyên lezgîn eşkere kir
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari di roja 6’emîn a erdhejê de ji Hatayê pêwîstiyên lezgîn eşkere kir. Hatîmogûllari got ku hîna pêwîstiya herî sereke tîma lêgerîn-rizgarkirinê ye, divê demildest kon bên danîn, ji derveyî cil û bergan jî alîkarî werin kirin û li Samandag a Hatayê xelk hewl dide ji navenda piştevaniyê ku wan ava kiriye, alîkariyan bigihînin.
Hatîmogûllari wiha got: “Divê kesên di bin kavilan de demildest bên derxistin. Divê têra hemû mirovan kon bên danîn, xwarin bi sîstem bên dayîn û alîkarî hîn birêkûpêktir bên. Bila cil û bergên destê duyemîn neyên rêkirin. Em di vê erdhejê de bi tenê hatin hiştin. Em ê weke gel teqez birînên xwe bipêçin.”
12:17
Li Mêrsînê jinan nanên ku lêxistin şandin ji herêmên erdhejê re
Di çarçoveya kampanyaya ku Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Mêrsînê dabû destpêkirin jin di tenûran de nan lêdixin. Jinan ji roja pêşîn û vir ve bi hezaran nan şandine ji herêmên erdhejê.
12:14
TTB: 30 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) diyar kir li 10 bajarên ku erd hejiyaye, 30 bijîşkan jiyana xwe ji dest dane.
TTB’ê diyar kir van bijîşkan jiyana xwe ji dest dane: “Dr. Ahmet İrfan Gedik - Adana, Dr. Ahmet Kaptanoğlu - Mereş, Dr. Ahmet Çinkaya - Hatay, Dr. Ali Ekrem Tunçer - Meletî, Dr. Ali Öztürk - Semsûr, Dr. Ayşe Yücel - Hatay, Dr. Bessam Ezelsoy - Hatay, Dr. Bircan Turunç - Hatay, Dr. Burcu Şahin – Semsûr, Dr. Büşra Şahin Davut - Hatay, Dr. Celal Efil - Osmaniye, Dr. Cemal Akgül - Mereş, Dr. Ebru Gündüz - Hatay, Dr. Elif Nedime Tiryaki - Hatay, Dr. Eren Nisani - Hatay, Dr. Eyüp Türkmen - Semsûr, Dr. Fatih Köroğlu - Semsûr, Dr. Fatma Tosun - Hatay, Dr. Leyla Sürmeli Eyvaz - Hatay, Dr. Mahir Yol - Semsûr, Dr. Meziyet Şahin - Hatay, Dr. Neslihan Ceren - Mereş, Dr. Nusret Ayaz - Meleti, Dr. Oğuz Paköz -Mereş, Dr. Sabahattin Aslan - Hatay, Dr. Sefa Koray Tosun - Hatay, Dr. Sena Güzelmansur - Hatay, Dr. Tülin Durgun Yetim - Hatay, Dr. Yusuf Kavukçu - Hatay, Dr. Şerif Ayaz - Semsûr"
12:10
Abdullah Ocalan: Em ketin serdema krîza ekolojîk
Divê rêxistinî û çalakvaniya xwe ji kolanên teng ên bajar derbasî nava tevahiya civakê, nexasim jî nava civaka gund û cotkariyê bike. Ekolojî bi awayekî bingehîn rêberê çalakiyê yê jinan, civaka gund û cotkariyê, tevahiya koçer û bêkaran e.
11:20
Tûnç: Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurd û Elewî li herêmê nemînin
Siyasetmedar û nivîskar Azîz Tûnç diyar kir ku alîkariya ji bo Kurd û Elewiyan tê astengkirin û got ku ji bo Kurd û Elewî li herêmê nemînin, dewlet erdhejê weke firsend bi kar tîne.
10.36
Li Sûriyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 3 hezar 559’an
Li Sûriyeyê hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 3 hezar û 559’an û ya birîndaran jî derket 5 hezar û 333’an. Tê diyarkirin ku hîna gelek kes di bin kavilan de ne û dibe ev hejmar hîn zêdetir bibe.
10.26
CÎSST: Bandorê li 17 hezar û 600 girtiyan kir
Komeleya Civakî ya Sivîl a di Sîstema Ceza û Însafê de (CÎSST) wiha got: “Bi esasgirtina zabitnameyên meclisê û kapasîteyên girtîgehan; li Girtîgeha Mereşê 3 hezar û 830 kes, li Dîlok, Îslahiye, Şehîtkamilê 7 hezar û 600, li Girtîgeha Osmaniye û Toprakkaleyê hezar 240 kes, li Hatayê 3 hezar û 500, li Girtîgeha Semsûrê 60, li Girtîgeha Akçadag a Meletiyê hezar û 370 girtî li herêma erdhejê, ji derveyî saziyên ceza û înfazê 17 hezar û 600 girtî rasterast ji erdhejê bandor bûne. Girêdayî vê yekê nêzî 70 hezar xizmên girtiyan jî ji vê erdhejê bandor bûn.”
CÎSST’ê diyar kir ku divê derbarê girtîgehan de agahî bê dayîn.
10:15
Li Hatayê 350 girtî hatin sewqkirin
350 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hatayê sewqî bajarên din hatin kirin. Piştî serhildanê ji 12 girtiyên di êrîşa hêzên dewletê de birîndar bibûn 3 li nexweşxaneya ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Zarok, jin û siyasetmedar jî di nav de 350 girtî sewqî girtîgehên Amed, Edene, Yozgat, Uşak û Antalyayê hatin kirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehtap Sert jî wiha got: "Em ji malbatên girtiyan hîn bûn ku piraniya girtiyên siyasî sewqî Tîpa S a Antalyayê hatine kirin."
10:12
Kamyona alîkariyê qeza kir
Kamyona alîkariyê ya ku ji Edeneyê alîkarî dibir Hatayê qeza kir. 4 kes birîndar bûn.
10:03
Li Amedê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 281
Li Amedê bîlançoya erdhejê ya heta saet 09.00’an wisa ye: 281 kesan jiyana xwe ji dest dan, 902 kes birîndar bûn, tedawiya 105 kesan didome, 42 kes jî di beşa nihêrîna kûr de tedawî dibin.
10:01
‘Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, ji 150 hezarî zêdetir e’
Li gorî çavkaniyekê ku navê xwe eşkere nekir, agahî ji rayedarek ê AKP’î girtiye; hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji 150 hezarî zêdetir e.
10:00
Yekîtiya Jinên Kurdistan: Alîkariya me zêdetir ji bo pêwîstiyên jinan e
Yekîtiya Jinên Kurdistan bi rêya kampanya Hana alîkarî pêşkêşî mexdûrên erdhejên Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir û banga alîkariyê li hemû kesan kir.
09:29
Dixwaze cenazeyên xizmên xwe werbigire
Dilek Karaca ya ku neviyê wê ji bin kavilên Bloka A avahiya Aşiyan a li Yenî Mahalleya Semsûrê hatibû derxistin hê jî kurê wê Ûmît, hevjînê wê Gulden û neviyê wê Ahmet Karaca di bin kavilan de ne. Karaca, anî ziman ku ew dixwaze cenazeyê kur, hevjîn û neviyê xwe werbigire (Ajansa Mezopotamyayê)
09:25
Pergalek rant û komkujiyê: Efûya ji bo îmarê
Li Tirkiyeyê piştî 12’ê Îlonê, afirandina “aştiya îmarê” weke pêkanîna polîtîkayên neolîberal, hat dîtin. Ji 2002’an û vir ve ku AKP hatiye ser desthilatdariyê, 8 caran efûya îmarê hat derxistin.
08:49
Şêniyên Elbistanê qala erdhejê kirin
08:23
Paylan: Kesên ji bin kavilan tên derxistin, bêyî ku werin qeydkirin tên veşartin
Parlementerê HDP’ê Garo Paylan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir li Semsûrê piştî ku cenazet ji bin kavilan tên derxistin, piraniya wan bêyî ku qeyda wan were kirin tên veşartin. Hejmara kesên mirine, mixabin gelekî zêde ye.
08:21
NPG: Em ê pêdiviyên banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyan bi cih bînin!
Fermandariya Biryargeha NPG’ê got ku ew ê pêdiviyên banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya “rawestandina çalakiyên leşkerî” ku ji ber erdhejê ew bang kir, bi pratîkê bi cih bînin.
07:55
Li Maraşê jinek hate rizgarkirin
Li Maraşê li Avahiya Aydin a li ser Rêya Azerbaycan a navçeya Onîkî Şûbatê piştî 122 saetan Menekşe Tabak (70) bi saxî ji nav kavilan hate derxistin.
07:53
Li Amedê piştî 122 saetan jinek hate rizgarkirin
Li avahiya Sozel a Ofîsa Amedê, Maşallah Çîçek (55) bi birîndarî ji nav kavilan hate rizgarkirin.
07:48
Li gorî AFAD'ê kesên jiyana xwe ji dest dane 20 hezar derbas kiriye
AFAD’ê ragihand ku 11’ê Sibantê heta saet 01.50’an 20.318 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku bi deh hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û hikûmeta AKP-MHP’ê hejmara rastî eşkere nake.
07:35
Demîr Çelîk: Dewlet dixwaze Kurdên Elewî ji Mereşê koç bikin
“Dewlet bi rewakirina erdhejê re dixwaze Kurdên Elewî sirgûnî metropolan bike û li wir Îslama Tirk-Sunnî li ser wan ferz bike. Hikûmet dixwaze Kurdan, bi taybetî Kurdên Elewî ji hev dûr bixe.”
06:26
Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê qala xebatên alîkariyê yên ji bo mexdûrên erdhejê kir.
06:25
Piştî 110 saetan hate rizgarkirin
Li avahiya Tîmûr a taxa Armûtlû ya Hatayê piştî 110 saetan kesek hate rizgarkirin.