Desteya Wezîran a Elmanyayê biryara Încîrlîkê pejirand

Desteya Wezîran a Elmanyayê biryar da ku leşkerên xwe ji Încîrlîkê vekişînin.

Plana Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Ûrsûla von der Leyen a vekişandina yekîneya leşkerî ya Elman a ji Încîrlîkê li Desteya Wezîran hate pejirandin. Her çendî leşkerên Elman bi biryara Meclîsê ya Federal ji bo Încîrlîkê hatibûn şandin jî, di biryarnameyê de ji ber ku navê baregehê derbas nedibû, dihate gotin biryar ku tenê ji hêla hikûmetê ve were standin bes e. Lê bi sedema ku hêzên çekdar ên Elmanyayê 'artêşa parlamentê' ne,  hikûmeta Elman dikare parlamentê jî tevlî nava vê biryarê bike.

Raportorê Hêzên Çekdar ê Meclîsa Federal Hans-Peter Bartels beriya biryarê daxuyanî dabû, ji bo ku biryara têkildarî Încîrlîkê rayeyên parlamentê têkildar dike, gotibû divê parlamenter jî tevlî biryarê werin kirin.

Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Keskan a Elman Anton Hofreîter û Serokê Koma Partiya Çepgir Dîetmar Bartsch jî heman tişt gotin.

Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemîr jî ji Koma Funke Medya re got divê Elman êdî ti veberhênanê li baregeha Încîrlîkê neke.

NATO ji ber ku lihevhatin çênebû xemgîniya xwe diyar kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî got, "Mijareke di navbera wan de ye" û şîrove nekir.