Desteya Disîplînê ya BDP’ê cezayê hişyariyê da Ozdal Uçer

Desteya Disîplînê ya BDP’ê cezayê hişyariyê da Ozdal Uçer

Desteya Giştî ya Dîsîplînê ya BDP’ê, ji ber bûyera li Nexweşxaneya Herêmê ya Perwerdeyê ya Wanê qewimî, cezayê hişyariyê da Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer.

Di daxuyaniya ji aliyê Navenda BDP’ê ve hat dayîn de hat gotin; “Desteya Disîplînê ya Partiya me, ji ber bûyera di 20’ê nîsana 2012 de li Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê, di çarçoveya rêziknameya partiya me de cezayê hişyariyê daye Parlementerê me yê Wanê Ozdal Uçer.

Di 20’ê nîsana 2012 de Parlementerê BDP’ê Ozdal Uçer bi bijîşkê ku hevsera wî ya birîndar derman nekiribû re ketibû nava gotûbêjan û bijîşk derb kiribû.