Desteya Bilind a Kurdan li MPKE’yê hevdîtinan pêk tînin

Desteya Bilind a Kurdan li MPKE’yê hevdîtinan pêk tînin

Heyeta Desteya Bilind a Kurdan a Rojavayê Kurdistanê (DBK) û muxalefeta hundirîn a bi navê Komîteya Koordînasyona Guhertina Demokratîk li Meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê (MPKE) a li Strasbourgê dest bi hevdîtinan kir.

Heyeta ku PYD jî di nav de ye, dê di dema rûniştina MPKE’yê de dest bi xebatên dîplomatîk bike. Dê roja pênçşemê rûniştina bi navê “Divê Ewropayî ji krîza mirovahî ya li Sûriyeyê re bibin bersiv” bê lidarxistin.

Heyeta Desteya Bilind a Kurdan a Rojavayê Kurdistanê (DBK) û muxalefeta hundirîn a bi navê Komîteya Koordînasyona Guhertina Demokratîk dê di vê rûniştinê de hesasiyet û daxwazên xwe bîne rojevê. Komîteya Koordînasyona Guhertina Demokratîk ji 4 partiyên Kurd, partiyên Ereb, Xrîstiyan û çepgiran pêk tê.

Hesene Elî Mihemed û Hesen Şervan ku di heyetê de cih gitine, da diyarkirin ku ew ê di hevdîtinan de êrîşa artêşa Tirk a li Dirbesiyê ya ku têde endamek YPG’ê jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar bûn û bûyerên din ên li Rojavayê Kurdistanê diqewimin bînin rojevê.

Endamê DBK’ê Hesen Elî Mihemed ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku Koma Çepgirên Hevgirtî yên MPKE’yê wana vexwendine civîna koma xwe û diyar kir bi qasî nîv saetê guhdarî wan hat kirin.

Mimehed diyar kir ku partiya Çepgir wana bi awayeke dostane pêşwazî kirine û diyar kir ku civînek bi feyde bû.

Mihemed da zanîn ku Sûriyeyek ku soza dahatûyek aram û bi awayeke wekhev û demokratîk nêzî her kesê dibe, ne bi rejîma Baasê, ne jî bi projeyên aliyên Îslamî pêk nayê, ev yek tenê dikare bi îzmekirina peymanek li ser esasê dahatûyeke wekhev û demokratîk, pêk bê.

Ji nunerên muxalefeta navxweyî Hesen Şervan diyar kir ku wana tevî delegasyonên Almna û Demarkî, bi gelek delegasyonan re hevdîtin pêk anîne û da zanîn ew ê hevdîtinên xwe yên li MKPE’yê heta bi dirêjahiya runiştinên vê hefteyê berdewam bikin.