Desteserkirina parlamenteriya Guzel tê nîqaşkirin

Biryara desteserkirina parlamenteriya Semra Guzel li Civata Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin.

Komîsyona Amadekar bi hinceta ku Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel tevlî xebatên qanûnçêkirinê yên Meclisê nebûye, biryar dabû ku parlamenteriya wê bê betalkirin. Komîsyona Amedekar di 8’ê Mijdarê de li hev civiyan û biryara desteserkirina parlementeriya Guzel dan.

Biryara Komîsyonê li Komîsyona Makeqanûn û Edaletê ya Têkel de hat nîqaşkirin. Bi piraniya dengan biryara desteserkirina parlamenteriya Guzel hat dayîn. Komîsyona Têkel, rapora biryara xwe ji Civata Giştî ya Meclisê re şand.