Derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin

Derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal de ji ber nûçeyên têkildarê Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan ku weke PKK’yî hatibû îlankirin û gerîlayê HPG'ê Musa Kahraman ên hatin qetilkirin, lêpirsîn hate destpêkirin.

Derbarê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal de bi hinceta nûçe û parvekirinên medyaya civakî yên têkildarê Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan ku weke PKK’yî hatibû îlankirin û gerîlayê HPG'ê Musa Kahraman ên li gundê Cinata ya li herêma Omeriya Mêrdînê hatibûn înfazkirin, lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve bi îdiaya "Agahiyên xapînok bi raya giştî re belav kirine" hat vekirin, Kanbal duh ji bo îfadeyê ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê ve hatibû vexwendin. Ahmet Kanbal ê ku bi parêzerê xwe re çû îfadeyê, nûçeyên ku wî weşandine hate pirsîn.

Di pirsên Kanbal hatin pirsîn de hate îdiakirin ku Gorgun û Kahraman endamên PKK’ê ne û ji Kanbal hate xwestin ku tiştên derbarê nûçeya weşandî de dizane vebêje. Kanbal, anî ziman ku nûçeya hatiye weşandin rast e û Lokman Gorgun ê hatiye qetilkirin bavê 8 zarokan e, 53 salî ye û gundiyekî ku debara xwe bi sewalkariyê dike ye. Kanbal da xuyakirin ku berovajiya îdiaya Wezîrê Karên Hundir Soylû, Gorgun sivîl e û têkildarî binpêkirina mafê jiyanê yê mirovekî sivîl de nûçe çêkiriye.