Hevseroke Giştî ya BDP'ê Selehattîn Demîrtaş helwesta hikûmetê û Erdogan ya tezkereyê û redkirina mafê perwerdehiya zimanê zikmaki şermezar kir û diyar kir ku, Serokwezîr Erdogan li ser kursiyê 45 deqiqeyan bê navber derew û propaganda şer kir. Demîrtaş anî ziman ku, bêyî sloganan bavêje bawer dike ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Azad bibe dê destê Tirkiyeyê yê hundir û derve xurt bibe û Tirkiyeyê bi hêz bibe.
Hevserokê Gişti yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di civîna koma BDP'ê ya li meclîsê de li ser biryara tezkere, polîtîkayên Tirkiye yên li hemberî Sûriyeyê, tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 9'ê Cotmehê nirxandin kir. Demîrtaş axaftina Serokwezîr Erdogan ya koma AKP'ê şermezar kir û anî ziman ku, Serokwezîr Erdogan 45 deqîqeyan ji bilî şer qet behsa aştiyê nekir. Demîrtaş diyar ku, wan bi hest û hêviyên ku pirsgirêk bi aştî û wijdanî çarser bibe têkevin, ketin meclisê dikir, lê meclîsê bi biryarên tezkere û şer destpê kir.
Demîrtaş anî ziman ku, Serokwezîr Erdogan 45 deqîqeyan tenê ji bo şerê hundir û derve axivî û li ser şer hûr bû. Demîrtaş da zanîn ku, Serokwezîr di axaftina xwe te tenê gotinek jî li ser aştiyê negot û wiha axivî: "Ji panîk û tirsa Erdogan pir tê xuyakirin ku 45 deqîqeyan li ser şer û tezkereyê axivî." Demîrtaş ji Erdogan re got 'Ger ku te dê gel îkna bikirib te çima beriya biryarê niqaş nekir? Te çima bi lez û bez biryara tezkereyê bêyî niqaşan di meclîsê re derbaz kir û erê kir?' Ez bawar dikim ku her kesên bi aqil û fikir bawer dikin ku Erdogan 45 deqîqeyan derew kiriye."
'EM LI HEMBERÎ QETILKIRINA WELATIYÊN SIVÎL YÊN SÛRIYEYÊ NE BÊDENGIN'
Demîrtaş bal kişand ser gotina fîlozofê Alman Albert Einstein ya "Di heman demê de şer û aştî çênebe" û wiha berdewam kir: "Heyecan û coşa Erdogan ya şer di lez û beziya biryara tezkerê de xuya dibe. Raste li Sûriyeyê welatiyên sivîl ji aliyê rejîma Esad ve tên qetilkirin. Tu mirov divê vê yekê qebûl nekin. Em nikarin li hemberî vê yekê rûnên û temaşe bikin. Divê her kesên xwedî wijdan li hemberî ve yekê derkevin.
Niha Erdogan dibêje ji ber ku li herêmê Kurd hene BDP li hemberî tezkereyê derketine. Her du sedem jî nayên qebûlkirin. Dibe ku Tirkiye piştgiriyê bide gelê Sûriyeyê. Lê biryara tezkereyê şaşe. " Demîrtaş da zanîn ku, sedema destpêkê ya tezkereya Erdogan rêxistinbûna Kurdên Sûriyeyê ye û naxwazin gelê Kurd yên Sûriyeyê xwe bi rêxistin bikin û bingeha xwe ava bikin.
ERDOGAN JI HERÊMA FEDERAL YA KURDISTAN ACIZ DIBE'
Demîrtaş anî ziman ku, Kurdistan ji navê xwe jî tê famkirin navê herêma kurdane û ev mafê wan yê rewa ye. Demîrtaş,- bibîrxist ku, Erdogan ji avakirina Herêma Federal ya Kurdistanê aciz dibe û ji ber vê yekê me wekî alîgirê Ezad bi nav dike. Demîrtaş da zanîn ku, Serokwezîr û hikûmeta AKP'ê di nava polîtikayên derve de têk çûye û xetimiye.
'TEZKERE BINGEHA PROVAKASYONA YE'
Demîrtaş diyar kir ku, kesên dixwazin Tirkiyeyê têxin nava şer biryara tezkereyê dane û rê li pêşiya şerê pêşerojê vekirine. Demîrtaş da zanîn ku, kesên şer dixwazin û dixwazin Tirkiyeyê têxin nava şer ev biryar erê kirine û wiha pêde çû: "Tezkere bingeha provokasyonan xurt kiriye. Em bêjin artêşa Tirkiyeyê ket Sûriyeyê. Dê dê xizmên gelê Hatayê, xizmên gelê Qoserê, xizmên gelê Cizîr û Nisêbînê li hemberî xwe bibînin.
Ma armanca wan Şame çiye? Gelê li Tirkiyeyê û gelê li dervê sînor yê Sûriyeyê hemû xizmên hev in. Ma em dê herdu gelên xizmên hev bînin hemberî hev? Armanc çiye bila raste rast bêje. Ger ku Tirkiye ket Sûriyeyê wê demê dê Sûriye helwestek çawa nîşan bide. Sûriye jî dê bersîvê bide. Pevçûn û şerê li Sûriyeyê dê li Edene, Mêrsîn û Hatayê jî pêk bên."
'DIVÊ HEMÛ XWEDIYÊ WIJDAN BI HÎSTEWAR NÊZÎ TEZKERÊ BIBIN'
Demîrtaş pirsa me welatiyên Hatay, Edene, Dîlok, Rihayê bi rastî ji şer re amade ne? Divê her kes vê yekê ji xwe bipirse. Hikûmetê hesabê giştî kiriye gelo? Ber biryara di demjimêrêkê de bê dayîn, dê karibe di nava 10 salan de çareser bike kir û xwest Erdogan baş bihesibîne. Demîrtaş derbirî ku, ger şer derkeve dê her kes mal û gundê xwe vala bikin û got: "Dê ji sînor ber bi Stenbol û Îzmirê ve koçberî destpê bike. Dê dibistan vala bibin. Kolan vala bibin. Betalî û xizanî destpê bike. Em ji vê yekê re amade ne? Erdogan saleke ji bo têkeve Sûriyeyê her tim di nava hewldanan de ye. Erdogan li pey vê yekê jî bi xwendina Sirûda Îstîklalê gazê dide her kesî."
'ERDOGAN LI ROBOSKIYÊ Û ESAD LI HELEPÊ KOMKUJÎ PÊK ANÎ'
Demîrtaş anî ziman ku, ew hem li hemberî polîtîkayên Erdoganin û hem jî li hemberî polîtikayên Esad'in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdogan li Roboskiyê komkujî pêk anî. Esad jî li Helebê li dijî welatiyên xwe komkujî pêk anîn. Feraseta herduyan jî yeke. Em li dijî polîtikayên her duyanin. Şerê ku pêk bê dê hemû welatiyên Tirkiyeyê têxe bin bandorê. Dê welatiyên Trabzonê, Edîrneyê û pêşeroja 72 welatiyên Tirkiyeyê reş bike. Dê bi vî şerî re qazeyên çekfiroş û şerxwazan dije bibe. Dê gel bêtir xizan bibe û şîrketên çekan difiroşin û bazirganiya çekan dikin dewlemend bibin. Biryara kesek dide dê pêşeroja 72 milyonan reş bike
'9'Ê COTMEHÊ SALVEGERA DERXITINA BIRÊZ OCALAN YA JI SÛRIYEYÊ YE'
Demîrtaş anî ziman ku, 14 sal berê jî Serfermandariyên Artêşa Tirkiyeyê li Sînorê Sûriyê nareyên şer dikin û niha jî disa bi heman rengî artêşê li sînorê Sûriyeyê bicih dikin û nareyên şer bilind dikin û got: "Tirkiye gav bi paşve navêtiye. Di 14 salan de Tirkiye tiştek bi dest nexistiye. Tirkiye hatiye xapandin û xapandina xwe jî qebûl nake.
Serfermandarê Giştî 14 sal berê xwe spart Hatayê. Wê demê nasnameya kurdan jî tune bû. Lê niha dîsa Fermandarê Artêşê xwe spartiye Sûriye û hina Herêma Federal ya Kurdistanê heye. Wê demê kê winda kir li ber çavane. 14 salin em tezên aştîyê û çareseriya bi kurdan re di avêjin holê. Lê li me guhdar nakin. Em dixwazin Tirkiye bi aktorên hundir re pirsgirêkê çareser bike. Erdogan li şûna 45 deqiqeyan behsa şer bike, 45 deqîyan sedema 'Divê çima aştî pêş bikeve û bi kurdan re li hev bên' bîne ziman dê bêtir xizmeta aştiyê bike."
'HÛN OCALAN SERBEST BERDIN DÊ DESTÊ TIRKIYE LI DERVE Û HUNDIR XURT BIBE’
Demîrtaş anî ziman ku, ger Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan serbest bê berdan dê destê Tirkiye yê hundir û devrve xurt bibe û wiha berdewam kir: "Bi milyonan Kurd li hundir û derve dibêjin Ocalan azad bikin û serbest berdin. Niha li Tirkiyeyê 278 girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan û azadiya Ocalan ketine gireva birçîbûnê. Ne ji bo tasek xwarin û tiştekî din. Ji bo şer pêk neyê û Azadiya Ocalan ketine girevê. Divê peyama girtiyên siyasî yên ketine gireva birçîbûnê baş bê famkirin. Ez çalakiya wan ya wêrek û watedar silav dikim. Ez dixwazim her kes çalakiya girtiyan baş fam bike û piştgiriyê bidin wan."
'KURD Û TIRK AŞTÎ Û MUZAKEREYÊ DIXWAZIN'
Demîrtaş destnîşan kir ku, gelê Kurd û Tirk aştiyê û muzakereyê dixwazin. Ji sedî 98'an li hundir û derve aştiyê dixwaze. Lê Serokwezîr Erdogan bi tena serê xwe nikare şer bixwaze. Mafê wî tune ye.
JI BO KU LI TIRKIYEYÊ KURDISTAN HEYE MAFÊ GELÊ KURD YÊ PERWERDEYA KURDÎ HEYE
Demîrtaş, helwesta Serokwezîr Erdogan a li hemberî perwerdehiya zimanî kurdî şermezar kir û wiha got: "Erdogan mînaka perwerdeya tirkî ya li Almanyayê dide û perwerdeya kurdî ya li Tirkiyeyê red dike. Em ji Erdogan dipirsin û dibêjin li Almanyayê Tirkiye heye na. Lê em ji Erdogan re dibêjin li Tirkiyeyê Kurdistan heye û ji bo ku Kurdistan heye mafê kurdan li ser axa xwe Kurdistanê perwerdeya zimanê zikmakî bibînin heye. "
Demîrtaş li ser rapora pêşketina Tirkiyeyê ya YE'ê jî rexne kir û wiha got: "Wezîrê berpirsiyarê Yekîtiya Ewropayê dibêje, rapora Tirkiyeyê me eleqeder nake. Raste bi hezaran siyasetmedar girtî ne, 92 rojnameger girtî ne, Kurd nikarin bi zimanî zikmakî parastin bikin. 3 salin bi hezaran siyasetmedar bê lêpirsîn û darizandin tên girtin û nikarin biparêzin.
Me ji bo siyasetmedar karibin bi zimanê xwe yê zikmakî parastinê bikin daxwazname da. Lê hikûmetê ev daxwaza me red kir. Me hefteyek berê ji bo temenê hilbijartinê dakeve 18'an daxwazname dan. Lê hikûmeta AKP'ê red kir. Niha jî AKP, CHP û MHP dibin yek û dixwazin temenê hilbijartinê dakeve 18'an. Dîsa dixwazin hilijartina herêmî pêş bînin. Hûn hez dikin hefteya pêş me hilbijartinê bikin. Em li gel 10 hezar girtiyên xwe yên siyasî jî dîsa amade ne. Lê ger ku 3 partî bibin yek û hilbijartinê 6 mehan pêşbînin, wê demê xuya ye ku 3 partî li hev dikin û li dijî BDP'ê dibin yek. Em li dijî van lîstikanin. CHP, AKP û MHP pereyê hilbijartinê dixwin û heqê me dixwin. Pereyên heram dixwin. Hûn çi bikin bikin, hûn nikarin hilbijêrên BDP'ê bi xwe ve girêbidin."
Demîrtaş banga kongreya giştî ya BDP'ê jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelek hevalên me ji bo di kongreyê de cih bigirin serî li me dane. Lê em dixwazin nîvî nîvî tevlîbûn pêk bê û ji sedî 50 jin ji sedî 50 zilam tevlî kongreyê bibin.