Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên ku ji aliyê kontr-gerîlayan ve hatin revandin û paşê hatin kuştin, li ser gorrên xwe hatin bîranîn. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî bîranînê bû got; “Kesên li aliyê AKP’ê cih digirin, bila bên ser vê gorristanê û careke din bifikirin. Destê xwe deynin ser wijdana xwe. Hûn çiqas mal û milkê dinê qezenç bikin jî, hûn tu carî nikarin bibin mîna vana. Ger sermayedarên Kurd, karsazên Kurd ji van tiştên diqewimin şerm dikin, bila ji xwe bipirsin. Para wan di Roboskê de jî heye. Ji ber ku li cem wan bû lewma AKP’ê karî vê yekê bike."
Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên ku di 3’ê hezîrana 1994’ê de hatin revandin û paşê hatin kuştin, li Gorristana Avcilarê hatin bîranîn. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlementera BDP’ê ya Îdîrê û hevsera Savaş Bûldan Pervîn Bûldan, Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Seroka BDP’ya Stenbolê Asiye Kolçak, rêveberên BDP’ya bajar û navçeyên Stenbolê beşdar bûn. Her wiha, dayîka gerîlaya HPG’ê Ebrû Muhînakci ya ku di 22-24’ê cotmeha 2011 de li Çelê di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da, Bîrgul Muhîkanci jî beşdarî bû. Jin yek bi yek çûn cem Pervîn Bûldan û sersaxî jêre xwestin.
‘TENÊ TIŞTEK WE BI KURDAN RE NECERIBANDIYE EW JÎ WEKHEVÎ YE’
Li ser navê malbata Yildirim, Nîhat Yildirim diyar kir ku ji ber ku Yildirim, Bûldan û Karay kurdîniya xwe înkar nekirine, lewma hatine kuştin û destnîşan kir ku ev kuştin weke “faîlê meçhûl” ketiye dîrokê, lê belê yên vê yekê kirine diyar in. Yildirim got; “Ez bang li raya giştî dikim; we her tiştê li ber me qedexe kir, we em avêtin zîndanan, we em kuştin, we her tişt ceriband. Lê tenê tiştek maye. Ew jî jiyana wekhev a bi Kurdan re ye.”
‘OLDAR BI YÊN KURDAN DIKUJIN RE BÛN YEK’
Yildirim, diyar kir ku dema Kurd dihatin kuştin, oldar jî ji ber baweriya xwe li rastî zextan dihatin, lê di dema vê desthilatiya niha de aliyên oldarî jî bi kujerên Kurdan re bûne yek. Yildirim destnîşan kir ku divê ji her kesê zêdetir oldar derdê Kurdan fêm bikin û got ku îro wan Kurdan li Roboskiyê kuştin.
PARA KARSAZÊN KURD DI KOMKUJIYA ROBOSKÎ DE HEYE
Piştî Yildirim Hevserokê Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û da zanîn ku digel ew qas dem borî jî hîn kurd bi komkujiyan rû bi rû dimînin. Demîrtaş diyar kir ku di helwesta dewletê de tu guhertin çênebûye, lê di sekna gelê kurd de guhertinên mezin pêk hatiye. Demîrtaş, anî ziman ku kurd êdî hîn rêxistinkirîne û bi vê rêxistinbûyînê li hemberî bêmafiya li hemberî xwe li ber xwe dide. Demîrtaş wiha got: " Di salên ku hewceyî wêrikiyê bû mirov bêje 'Ez kurd im', Karay, Bûldan û Yildirim li cem gelên xwe cih girtin û têkoşîn dan. Divê sekna wan ji bo karsazên niha re bibe mînak. Em ji kesên ku TRT şeş wekî qencî nîşan didin, kesên ku ji me re dibêjin 'me van tiştan da we' re li ser gora şehîdên xwe re dibêjin, em bi keda şehîdên xwe hemû tiştên xwe bi dest xistine. Ji bo hemû karsazên kurd Karay, Bûldan û Yildirim wekî sembol e. Divê karsazên kurd ji xwe re bipirsin. Karsazên di salên 1990'î de tu tawîz nedan û xwedî li têkoşîna gelê xwe derketin, ji bo karsazên niha mîrateyek hiştiye. Karsazên ku niha li cem AKP'ê disekinin divê werin ser van goristanan û carekî din bifikirin. Destê xwe bidin ser wîjdanên xwe. Hûn mal û milkê hemû cîhanê jî bi dest bixin, hûn nikarin wekî wan bibin. Heke sermayedar û karsazên kurd ji van hemû tiştên ku diqewimin fedî dikin, wê demê divê ji xwe bipirsin. Di Komkujiya Roboskiyê de para we jî heye. Ji ber ku hûn li cem AKP'ê disekinin, dikare van tiştan bike."
Piştî axaftinan dûa hatin xwendin.