Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo kongreya AKP’ê di nava gelê Kurd de nerehetiyek çêkiriye.
Demîrtaş beriya kongreya AKP’ê, daxuyanî da ANF’ê û got; “Divê were zanîn ku li hemberî gotûbêjên ku dê Birêz Barzanî beşdarî kongreya AKP’ê bibe, nerehetiyek di nava Kurdan de çêbû.”
Demîrtaş got; “Jixwe baş tê zanîn ku ev rewş li Bakûrê Kurdistanê bi dilxweşî nayê pêşwazîkirin.”
Demîrtaş bi bîr xist ku piştî 15 rojên din kongreya BDP’ê heye û got ku helwesta hêzên Kurdan dê ji bo wan girîng be. Demîrtaş got; “Ji bo kongreya BDP’ê helwesta hêzên Kurdistanî ji bo me girîng e. Em ji wana (PDK û YNK) daxwaz dikin ku eleqeyek cidî nîşanî kongreya me didin.”
SEROKÊ KÎJAN HERÊMÊ YE?
Hêjayê gotinê ye ku kongreya AKP’ê vê sibê dest pê kir û bi axaftinên Serokwezîrê Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan didome. Erdogan xêrhatina mêvanên ji welatên cûda hatin kir û lê gava xêrhatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, peyva “Kurd” jî bi kar neanîn. Ji bo Barzanî got “Serokê Rêveberiya Herêmî ya Iraqê Birêz Mesûd Barzanî”.