Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, komkujiya li Rihayê şermezar kir û sersaxi ji malbatan xwest. Demîrtaş, anî ziman ku kesên hatin qetilkirin li dijî faşîzma AKP'ê serhildan kirin û hatin qetilkirin. Demîrtaş, komkujiya Sêwasê jî şermezar kir û xwest civak nebin şirîkê vê komkujiyê û bertekên xwe yên li dijî komkujiyê bînin ziman. Demirtaş, da zanîn ku girtîgehên nû ne çareserî ne û xwest sîstema darazê bê guhertin. Demîrtaş, bal kişand ser ji peyvirgirtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û da zanîn ku hefteyek beriya Kaya bê girtin cihê Kaya li girtîgehê cuda kiribûn.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, li ser geşedan û pêkanînên dawî rawestiya û helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî vê yekê rexne kir. Demîrtaş, di serî de bal kişand ser operasyonên herêmê û wiha got: "Ji ber operasyon didomin ciwan jî tên kuştin. Ev encama polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ne. Em sersaxiyê ji malbatên ku jiyana xwe ji dest dane re dixwazin. Demîrtaş, anî ziman ku li şûna hikûmet pirsgirêkan çareser bike rê li pêşiya komkujiyê vedike.
'EM DÊ BIÇIN SÊWASÊ Û KOMKUJIYA SÊWASÊ ŞERMEZAR BIKIN'
Demîrtaş, da zanîn ku dê di salvegera komkujiya Sêwasê de biçin Sêwasê û bi hevre komkujiyê şermezar bikin. Demîrtaş, xwest sunnî li hemberî komkujiya elewiyan bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin elewiyan. Demîrtaş, daxuyand ku dema komkujiyên li diji elewiyan pêk hatin, xwestin welatiyên sunnî bikin hevparên komkujiyê û divê sunnî vê ferasetê vala derxin.
Demîrtaş, bibîrxist ku ew tu carî komkujiyên Çorum, Sêwas, Gazî, Dîlokê û komkujiyên din napejirînin û her tim li hemberî wan têdikoşin. Demîrtaş, bilêv kir ku komkujî bi destê pergalê pêk tê û dixwazin civakê bînin hemberî hev û wiha got: "Dixwazin elewî û sunniyan bînin hemberî hev. Dixwazin hemû reng, mezhep, ziman û beşên civakê bînin hemberî hev. Ez kefxweşim ku ji destê elewiyan xwarin bixwim."
Demîrtaş, da zanîn ku ziman, çand, bawerî û nasnameyên cuda dewlemendî û rengê demokrasiyê ye. Demîrtaş, bibîrxist ku BDP û DTP her tim di parlamentoyê de azadiya raman, çand, bawerî û nasnameyan parst û dê dîsa biparêze.
'KOMXEBATÊN ELEWIYAN LI DIJÎ NIRXÊN ELEWIYAN PÊK HATIN'
Demîrtaş, xwest beriya makeqanûn bê guhertin feraseta cudakariya ziman, bawerî û çandê bê terkirin û wiha got: "Hikûmetê heta niha 7 komxebatên elewiyan pêk anîn. Lê hemû komxebatên hatin kirin jî li dijî çand û baweriyên elewiyaðn hatin kirin û dûrî cehwerê elewiyan bûn."
Demîrtaş, bilêv kir ku di dîrokê de gelek komkujî li dijî elewiyan pêk hatin, lê tu komkujî wekî komkujiya Elewiyan pir xedar û hovane pêk nehat. Demîrtaş, da zanîn ku pergalê xwest hemû beşê civakê bikin şirîkê komkujiyê û wiha got: "Divê civak nebin hevpar û şirîkên komkujiya Sêwasê û li dijî wê xwedî helwest bin. Em her tim li pişt elewiyên Sêwasê ne û piştgiriyê didin elewiyên Sêwasê." Demîrtaş, da zanîn ku her hefte hewl didin ku bibin deng û zimanên girtiyan û wiha pêde çû: "BDP'ê heta niha bi sedan caran bal kişand ser pirsgirêka girtîgehan. Lê li girtîgeha Rihayê 15 kes zindî zindî hatin qetilkirin û şewitandin. Li şûna 5 kesan 15 kesan, li şûna 10 kesan 30 kes dimînin. Cihê ku girtî pêka xwe bavêjin tune. Nikarin bêhnê bidin û bistînin."
'HEMÛ GIRTÎGEHÊN TIRKIYEYÊ DIŞEWITIN'
Demîrtaş, derbirî ku niha li Tirkiyeyê hemû girtîgeh dişewitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtîgehên nayên şewitandin tune. Hemû kesên li girtîgehê mirov in. Gelek kes hêj nizanin çima girtî ne. Dibêjin li Girtîgehê şewat derket. Şewata çi halê çi? Mirov serhildan dikin, serî hildidin. Nan tune, xwarin tune. Hewa tune, bi saxî dişewitin. Niha jî wekî çareseriyê dibêjin 'Em dê girtîgehên nû çêkin' Kesên ku di salekê de bên darizandin 3 salan hêj nehatine darizandin û girtî ne. Pergala dadê îflas kiriye. Hemû hikûmte îstifa bike dê çi bibe. Ji ber ku pergal xera bûye."
Li girtîgeha ku bi sedan leşker, gardiyan dimînin. 20 metre li tenişta wan koxuş dişewite lê mudaxale nakin. Ev komkujî ye."
'LI DERVE Û HUNDIR EV SERHILDAN LI DIJÎ ZILMA FAŞÎZMÊ YE'
Demîrtaş, anî ziman ku divê êdî civaka Tirkiyeyê her tiştî bibîne û fam bike û wiha got: "Em dê heta kengî rawestin. Divê hêj çiqas kes bên kuştin. Niha kêrê hestî birîye. Li derve û girtîgehan gel li dijî faşîzmê xwe dişewitin. Li derve û hundir îşkence tê kirin. 2 roj berê li Sêrtê konser hate dayîn. Polîsan bi jop û bombeyên gazê êrîşî girsê kir. Bi jop, bombeyên gazê, pêhnan li welatiyan îşkence kirin. Li kolanan îşkence li welatiyan kirin. Ev çi dijminantiye. Hûh dibêjin çima serî hildidin. Hûn li kolanan îşkenceyê li mirovan bikin û bêjin bila bejnê li ber min bitewîne ev nabe."
HEFTEYEK BERÊ GARDIYAN DIZANE KU BEKÎR KAYA DÊ BÊ GIRTIN'
Demîrtaş, da zanîn ku niha girtiyan sirgûnî Girtîgeha Şakranê dike û wiha berdewam dikin: "Niha hêj me nû der barê Girtîgeha Şakranê de rapor amde kiriye ku şert û mercên wê nayên qebûl kirin. Lê niha girtiyên Rihayê sirgûnî Şakranê dikin. Mirov bê ceza tên cezakirin. Li şûna çareseriyê girtîgehên nû çê dikin. Hêj Wanê Şaredarê Wanê hêj nehatiye girtin ji wîre ode tê cudakirin. Hêj nehatiye darizandin ji peyvirê tê girtin. Hefteyek beriya ku Bekîr Kaya bê girtin cih li girtîgehê ji Bekir Kaya re hate qetandin. Ev çawa edalet û dadgehe. Niha 8 hezar hevalên me girtî ne.
Heta ku pirsgirêkên girtîgehan çareser nebin amadekariya makeqanûna nû ne çareserî ye.
Demîrtaş, bibîr xist ku hevalên wan di salekê de 200 pêşniyarnameyên lêkolînê dan meclîsê û wiha pêde çû: "Ji sedî 1'ê pêşniyarnameyên me li ser pirsgirêka kurd bû. Me 62 pêşniyarên guhertina zagonan da meclîsê. Li ser tenduristiyê, perwerdehiyê aborî û çandê pêşniyarname dan meclîsê. Lê encam nehatiye bi destxistin. Berê salekê carekê parlementer diçûn nava gel, gel ji wan re qurban serjê dikirin. Lê niha em her tim di nava gel dene. Em parlementerê her kesî ne. Em dîwarê nava xwe û gel radikin û hewl didin ku bibin parlementerê her kesî. Partiyên din bi alikariya xezîneyê ya bi tirilyonan xebatê hilbijartinê kirin û hatin mclîsê. Lê em bi berxwedan û piştgiriya gel hatin meclîsê. Me ne bi parseki, bi berxwedanê hatin vir. Em niha nûnertiya vê berxwedana gel dikin."
'EM BI TÊKOŞÎNA GEL HENE'
Demîrtaş, da zanîn ku ew bi têkoşînê hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji darbeya 12'ê îlonê heta niha yê ku gel ji nûve ji xwelîya xwe ava kiriye ev têkoşîn e. Wê demê em dê hêviya çi ji te bikin. Ji ber ku te hevalên me bi porê wan girt û li pey xwe kişand, ji ber ku te li Roboskiyê komkujî pêk anî, ji ber ku te Hatip Dîcle ji peyvirê girt, ji ber ku te hevalên me tev xistin girtîgehan em dê hurmetê ji tere bikin? Bibore em minetê ji were nakin. Em dê hurmet ji gelê berxwedar û têkoşer re bikin. Em dê bejna xwe ji gelê xwe yê ku di vê rêyê de bedelên giran dane hurmetêbikin. Me soz daye gelê xwe û em dê li vîna gel xwedi derkevin û sozên xwe bi cih bînin. "