Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di komxebata elewiyan de bi nûner û pêşengên elewiyan re hatin ba hev. Demîrtaş diyar kir ku, komxebata AKP li ser elewiyan pêk aniye pûç derket û got; " Diyarkirina baweriya elewiyan ne hedê dewletê ye û ne jî hedê karên diyanetê ye."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di komxebata elewiyan ya ku malovaniya wê şaredariya Akdemîza Mêrsînê dike de bi nûner û pêşengên elewiyan re hatin ba hev. Gelek hûnermend, nivîskar, rewşenbîr akademîsyen û siyasetmedarên elewî jî tevlî hevdîtinê bûn. Demîrtaş axaftina vekirinê ya komxebatê vekir û got; "Pirsgirêka elewiyan pirsgirêka ku 500 salan berdewam dike ye. Lewma em dê pirsgirêkê bi xwediyên wê re biaxivin. Ji ber ji çar aliyên Tirkiyeyê pêşengên elewiyan hatin û tevlî civîna me bûn ez spasiya we dikim. Em dê pirsgirêkeke bi aloz nîqaş bikin. Em dê we guhdar bikin. Elewiyên ku 500 sal paşeroja wan heye dê pirsgirêkên xwe deynin holê. Civîneke derengmayî ye, lê em pirsgirêka elewiyan cara yekemîne nîqaş nakin. Ez bawerim êdî dema li hemberî vê pirsgirêkê xwe ji ber çavan re derbaskirin hatiye. Dema nîqaşkirina kêmasiyan hatiye."
'HEQARETÊ LI BAWERIYA ELEWIYAN NEKIN'
Demîrtaş anî ziman ku, bi pirsgirêka elewiyan re ji derveyî çareseriya pirsgirêka kurdan tu riyên din nehame û diyar kir ku divê pirsgirêka kurd jî pirsgirêka elewiyan jî bi mûxatabên wê re bên nîqaşkirin. Demîrtaş wiha axivî: "Dewlet niha pirsgirêka elewiyan jî elewiyan bixwe jî li derve nîqaş dike. Destpêkê tune hat hesibandin, piştre hat înkarkirin û qetilkirin. Dema ku ferq kir ku nikare xilas bike vê carê rûhevî pirsgirêka elewiyan hat. Nexwest vê mijarê bi elewiyan re biaxive çû û derve axivî. Bi vê riyê dixwazin pirsgirêkê bisînor bikin. Di pirsgirêka kurd de jî rewş mînanî ye. Divê kurd xwedî kîjan mafan bin li derve digere, ji derveyî kurdan aktoran digere. Em naxwazin di vê mijarê de bikevin nava kêmasiyan."
'BAWERIYA ELEWIYAN NIRXANDIN NE HEDÊ WE YE'
Demîrtaş bal kişand li ser nirxandinên wekî; "gelo baweriya elewîtiyê misilmaniye yan tişteke dine?" û wiha berdewam kir: "Pênasîna baweriya elewiyan ne heddê dewletê ye. Ne karê karên diyanetê ye jî. Ev nîqaş cihê şermê ye. Em wekî partiya BDP'ê dixwazin civaka elewiyan polîtîkaya xwe biafirîne. Em jî dixwazin piştgiriyê bidin polîtîkayên wan."
'KOMXEBATA AKP'Ê VALA DERKET'
Demîrtaş, diyar kir ku 'Armanca Komxebata Elewiyan ya AKP'ê derketiyê holê' û got, "Komxebata AKP'ê a elewiyan vale derketiye." Demîrtaş, anî ziman ku wê demê jî wan ev rewş şîrove kiriye û wiha pêde çû: "Ez niha li vir cardin di hizûra we de dubare dikim. Êdî çareserkirina pirsgirêka elewiyan a 500 salan hatiye wê astê ku nikare were taloqkirin. Li Dêrsimê, Koçgiriyê, Çorum, Mereş, Sêwas û li Gazî her wiha heta dema Kanûnî Sultan Suleyman civaka elewiyan rastî komkujiyan hatiye. Ji ber ku yekitiya wan tunebû heta niha pirsgirêka elewiyan li qada navnetewî nehatiye rojevê. Mixabin ji bo têrê têkoşînê bike civaka elewiyan rêxistina xwe pêşve nebiriyê. Komxebata elewiyan a AKP jî ne wek xelatek hatiye lidarxistin. Di roja me êdî enerjiyek derketiye holê. AKP ji bo vî enerjî ji bo berjewendiyên xwe bikarbîne ev komxebat daye lidarxistin. Dixwaze ku civaka elewiyan bixapîne û muxalefete elewiyan vala derxe. Lê civaka elewiyan zêde rû nedaye vê helwestê. Li hin cihan rexneyên xwe jî aniye ziman û rê li ber helwestên û nijadperest, yekparest girtiye. Ev yek ji bo me gelek girînge."
Demîrtaş, desnîşan kir ku AKP li hemberî cihên baweriya elewiyan êrîşek daye despêkirin û ev yek wekî helwestekî bi zanebûn, polîtîk û bîrdozî pênase kir. Demîrtaş, got, "Bi bendavên hatine çêkirin çand û diroka Dêrsimê tê tunekirin."
'FERESATE DEMOKRASIYA AKP'Ê XETERE'
Demîrtaş, piştî ku bal kişand ser vê rewşê di berdewamê de got, "Bi fereseta civaka yekparêz aştiya civakî pêknayê" û wiha domand: "Feraseta demokrasiya AKP'ê xetere. Niha li Tirkiyeyê xetera herî mezin a li ber civakê 'Demokrasiya AKP'ê ye' AKP bi van gotinên demokrasiyê, hewl dide civakê bixapîne. Armanc ew e ku hemû civakê li gor bîrdoziya xwe ji nûve ava bike. Em vê helwestê pir xeter dibînin. Civaka Tirkiyeyê ji avakirina komarê heta niha bi ve ferasetê dijî. Hûn ger hemû bawerî nasname çand û zimanan tune bihesibînin û yekparastiyê bikin se, li vê civakê aştî pêknayê."
'PIŞTÎ ROBOSKIYÊ FERASETA BAWERIYA DEWLETÊ VALA DERKETIYE'
Demîrtaş ê ku di axaftina xwe de balkişand ser Komkujiya Roboskiyê jî got, "Pîrên elewiyan ev komkujî leynet kirine. Ev jî li heremê rastî kêfxweşiyekê hat." û ev tişt lê zêde kir: "Êdî lazime sunî jî li hemberî komkujiyên li diji elewiyan dengê xwe bilind bikin. Bi taybet ji bo ev yek pêk neyê AKP ev bi salene dixwaze di navbera sunî û elewiyan de dijminiyê kûr bike. Pîrên elewiyan ku li Roboskiyê çûn serdana malbatên xizmên wan di dema komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û ji wan sersaxî xwestin. Ev li heremê bû sedema kêfxweşiyek bê hempa. Nexwe di navbera civakan de tu pirsgirêk tuneye. Desthilatiyên pêşverû her tim nakokiyan kûr dikin. Niha 2'ye tîrmehê salvegera komkujila Sêwasê li pêş me ye. Li gor min lazime pêşiya hemû kesî gelê sunî li hemberî vê komkujiyê dengê xwe bilind bike."
Komxebat piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî dewam kir.