Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) di 14’ê cotmehê de kongerya xwe pêk tîne. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş da zanîn ku li hemberî hemû zext û girtinan her ku diçe desteka ji bo partiya wan zêdetir dibe û got; “Li gorî me dengên (ray) me ji sedî 10 zêdetir e.”
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştgiriya hilbijêran a ji bo partiya wan a ku kongreya wê nêzîk dibe û bi hezaran endamên wê di girtîgehan de ye, agahî da ANF’ê. Demîrtaş diyar kir ku ji nûkirina kadroya partiyê zêdetir, ev kongre dê ji bo temamkirina cihê kadroyên hatine girtin û kêmaniyê ku çênbûne, be.
Demîrtaş got; “Ne ku ji ber ku hevalên girtî an jî rêveberiya partiyê ne serkeftî ye. Ev kongre dê ji bo bersivê bidin operasyonên qirkirina siyasî bê lidarxistin” û got ku ji bo bikevin rêveberiya partiyê ji gelek cihan ji wan re serlêdan tên.
56 ENDAMÊN PM’YÊ DI GIRTÎGEHAN DE NE
Meclîsa Partiyê (MP) ji 120 endaman pêk tê. Nêzîkê nîv endamên Meclîsê ango 56 endam ji vana di girtîgehan de ne. Ji vana 6 parlementer, bi dehan şaredar, her wiha zêdetirê 200 hilbijartiyên BDP’ê, bi giştî bi hezaran endamên aktîf ên BDP’ê di encama operasyonên ji aliyê hukûmeta AKP’ê ve tê pêkanîn hatine girtin û di girtîgehan de ne. Demîrtaş dibêje “8-9 hezar hevalên me girtî ne.”
Demîrtaş got; “Di kongreyê de gotûbêja xet û bîrdozî nayê nîqaşkirin” û wiha domand; “Ev kongre kongreya teqwiyeyê ye.” Demîrtaş wiha got; “Ev kongreya wezîfeyên li pêşiya me, xurtkirina hêz û rêveberiya partiyê ye. Kongreya biryardariyê ye. Ligel van operasyonên qirkirina siyasî di partiya me de tu reşbînî, belavbûnek çênebû û rê li ber binketinê venekir. Kongreyeke ku dê ji bo hemû dost û dijiminan bibe bersiv. Gelê me jî li her derê vê kongreyê ji nêzîk ve dişopîne. Eleqeyek baş ji bo civînên me yên herêmî hene. Em ê bi coş û heyecanek mezin rêya xwe bidomînin.”
DIVÊ HER KES DAXWAZA WEZÎFEYÊ BIKE
Demîrtaş diyar kir ku serlêdanên girtina wezîfeyê yên ji bo partiya wan wana “keyfxweş dike” û ev bang kir: “Ez careke din banga eleqeya ji bo kongreya me û piştevaniyê li gelê me dikim. Ji bo divê her kes ji bo di BDP’ê wezîfe bigire û eleqeyek baş nîşanî kongeyê bide. Divê hemû hêz û derfetên xwe li cem partiya xwe bin. Divê her kesê ku bikare di meclîsa partiyê, meclîsên ciwan, jin û xebatên din de peywir bigirin, serlêdan bikin û daxwaza wezîfeyê bikin. Ji ber ku ker kesek dikare di partiya me de, di komîsyonan de, di navenda partiyê dike kare bike.”
BDP’ê ji bo kongreyê hema bêje ji hemû herêmên cîhanê re vexwendiname şand. Di serî de Başûr, Rojhilat Û Rojavayê Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîka û Amerîkaya Latîn, ji gelek welatên cîhanê dê beşdarî kongreyê bibin.
BEŞDARBÛNA PARTIYÊN KURDISTANÎ GIRÎNG E
Demîrtaş got; “Ger hemû beşdar nebin jî dê peyamên piştgiriyê bişînin” û got ku wana vexwendiname ji Serokomarê Iraqê Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandine.
Demîrtaş ragihand; “Heta niha der barê beşdarbûna kongreyê de ji Birêz Talebanî û Birêz Barzanî tu peyamek ji me re nehatiye” û wiha domand; “Helbet eleqeya ku PDK, YNK, tevger û partiyên din ên Kurd dê nîşanî kongreya partiya me bidin, ji bo yekitiya neteweyî jî pir girîng e û ev yek di heman demê ji bo moral û motîvasyona gelê Kurd pir girîng e.”
Selahattîn Demîrtaş da zanîn ku nêzîkatiya li hemberî kongreyê ya partiyên Kurdistanî ji bo wan pir girîng e û got; “Ji wana ji bo kongreya me daxwaza eleqe û piştevaniyek cidî hêvî dikin.”
DENGÊN BDP’Ê JI SEDÎ 10 ZÊDETIR E
BDP destnîşan dike ku li hemberî hemû zext û girtinan desteka ji bo partiya wan zêdetir dibe. Piştî ku tevgera siyasî ya Kurdan di sala 2009 de, di hilbijartinên herêmî de serkeftinek mezin bi dest xist, li rastî êrîş û zextên hukûmeta Tirk hat. Di dîroka komarat Tirk de yekem car ewqas mirov bi hev re hatin binçavkirin û girtin.
Demîrtaş rêjeya dengên BDP’ê nirxand û got; “Bi ya me rêjeya dengên me ji sedî 10 zêdetir e” û wiha domand; “Lê hin şîrketên anketan ên AKP’ê hewl didin van rastiyan veşêrin.” Demîrtaş destnîşan kir ku şîrketa anketan a Adil Gur Şîrketa Lêkolînê ya A&G rêjeyek nêzî rêjeya rast e.
GUMANA ME YA JI BENDA HILBIJARTINÊ TUNE YE
Hevserokê BDP’ê Demîrtaş got; “Bi taybet şîrketa A&G nîşan dide ku partiya me gihiştiye ji sedî 9. Lê em dizanîn ku rastî ji vê yekê zêdetir e.”
Demîrtaş wiha got; “Tu gumana me ya benda hilbijartinê tune ye. Lê dîsa jî ji bo benda hilbijartinê dabikeve, em ê her tim helwesta xwe ya rêgezî bidomînin.” Demîrtaş destnîşan kir ku li aliyekê dengên BDP’ê zêde dibin û li aliyê din jî li bajarên Kurdan dengên AKP û CHP’ê kêm dibin û da diyarkirin ku rêjeyek zêde ya dengên AKP’ê derbasî BDP’ê dibin.