Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya wekî; "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê yan na?" diyar kir ku ew ketine nava fikaran û xwest ku ji demeke ya din zûtir ji meclîsê heyetek biçe Îmraliyê û lêkolînan pêk bîne.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li Mêrsînê tevlî komxebata elewiyan bû pirsa; "hûn li ser daxuyaniyên MHP'ê yên wekî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ye yan na nediyar e?" bersivand û got; "Daxuyaniya MHP'ê ya wekî di vê demê de daxuyaniya wekî Abdullah Ocalan li Îmraliyê ye yan na gelekî sosret e. Gelo agahiyek gihîştiye destê van. Bi vê daxuyaniyê re fikarên me zêdetir bûn. Divê wezareta edaletê di vî milî de daxuyaniyeke zelal bide, yan jî ji demeke ya din zûtir divê komîsyona mafên mirovan ya meclîsê biçe Îmraliyê û lêkolînan bike.
'BILA SEROKWEZÎR GEOMETRIYÊ HÎN BIBE'
Demîrtaş li ser pirsa; "Serokwezîr Erdogan BDP'ê jî di xeta MHP'ê de dibîne" wiha got; "Heke Birêz Serokwezîr me û MHP'ê di heman xetê de dibîne wê demê agahiya geometriya wî zeîf e. Bila destpêkê biçe û geometriyê hîn bibe û piştre nîqaşên 2 partî di xetekê de ne bike. BDP bi têkoşîna xwe ya heta roja îro re ne tenê gelê kurd hewl da ku bibe dengê elewî, karker, kedkar, jin, xwendevan û herkesekî. Ketiye nava hewldaneke bi vî awayî. Tengezariya AKP'ê ya di vî alî de xwezayî ye. Ji bo ku sekna me ya mûxalîf û hêza me bişkêne."
'YÊ KU PIREYÊN DIYALOGÊ DIRÛXÎNE AKP BI XWE YE’
Demîraş anî ziman ku êdî kes bi polîtîkayên AKP'ê yên mûzakere, xapandin û mijûlkirinê naxape û wiha axivî: "Ji ber operasyonên qirkirina siyasî zemînê mûzakereyan êdî nemaye. Bi mûzakereyan re şertên me yên bi rêgez hene. Em dibêjin zemînê mûzakereyan bi hev re amade bikin. Lê mesele ne ewe ku bikevin odeyekê û biaxivin. Hêj 8 parlementer girtî ne û 5'ên wan BDP'yî ne. Parlementeriya parlementereke me jî bi awayeke der-hiqûqî hat xistin û ji aliyê AKP'ê ve hat gaspkirin. 8 Hezar endam, rêvebir û şaredarên me girtîne. Her roj dozên nû li endamên partiya me tên vekirin. Divê beriya her tiştî ev zemîn bê sererastkirin.
Niha li aliyekê AKP dibêje ez dixwazim çareser bikim, hevdîtinê pêk bînim û ji hêla din ve jî naveroka wê vala dike. Hefteya din hemû şaredarên me yên Wanê hatin girtin û xistin girtîgehê. Her roj li bajarekî di bin navê KCK'ê de li hemberî BDP'ê operasyon tên pêkanîn. Hêza li hemberî me polîtîkaya xwe ya çareseriyê nîne. Dema ku dixwaze teslîm bigire, bêçare bihêle û ev zihniyet rastî berxwedana BDP'ê tê wê demê hêrs dibe. Em ji bo diyalogê ne girtî ne. Lê rêgezên me hene. Maye ku em bi polîtîkayên xapandin û mijûlkirinê naxapin.