Demîrtaş, banga protestokirina Erdogan li gelê Amedê kir

Demîrtaş, banga protestokirina Erdogan li gelê Amedê kir

Serokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, anî ziman ku ger hikûmeta AKP'ê daxwazên wan qebûl neke muzakereyaran naxin rojeva xwe û wiha got: "Em ne biratiya te û ne qelêşiya te dixwazin. Em niha piştî van neheqî, girtin, binçavkirin û kuştinan niqaşa man û nemana nava sîstemê niqaş dikin. Gelê Kurd ne mecbûre vê êş, zilm û derdê we bikişîne. Gelê Kurd ne bê alternatîfe jî. Ger ku feraseta faşîst neyê guhertin em ne mecbûrin bi vê sîstemê re bijîn jî. Divê gelê Amedê AKP'ê li Amedê bi çeteya wan re bi tenê bihêle."

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê tevlî şahiya gel ya li salona Dawetê ya Prensesê bû. Di şahiya gel de li salona dawletê pankartên "Ez li virim", "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe, li rûmeta xwe xwedî derkeve" "Kurd bi kurdî dibin netew", "Kelepçeyên li hilbijêran hatin xistin li vîna gel hatine xistin" vekirin. Di şahiyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, endamên Meclîsa BDP'ê, Hevserokên BDP'ê yên Stenbolê Asiye Kolçak û Alî Riza Bîlgîlî û bi sedan welatî amade bûn. Girsê di şahiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Şehîd namirin" berz kirin.

'DESTHILATDARÎ NIKARE ME TESLÎM BIGIRE'

Di şahiyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, li ser geşedanên dawî nirxandinên girîn kir. Demîrtaş, anî ziman ku gelê Kurd li dijî zilm û zordariya li ser nasname û nirxên xwe têkoşînke herî mezin a polîtîk dide. Demîrtaş, bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Niha bi awayekî bê terbiye û hovane êrîşî me dikin. Lê desthilatî bi tu awayî nikare me teslîm bigire. Nikare bi operasyonên KCK'ê û operasyonên leşkerî gelê Kurd çavtirsandî bike. Gelê Kurd li Rojhilata navîn dîrokê dinivîse. Gelê Kurd dê heta dawi li vîna xwe xwedi derkeve."

'HETA KU DAXWAZÊN ME NEYÊN QEBÛL KIRIN EM MUZAKEREYÊ NAXIN ROJEVA XWE'

Demîrtaş, bilêv kir an dê hikûmet vîn û nasnameya gelê Kurd bi awayekî fermî nas bike, an jî dê li dijî gelê Kurd şerekî tevahî bide meşandin û wiha berdewam kir: "Niha hikûmeta AKP'ê û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dixwaze li dijî gelê Kurd şerê tevahî bide meşandin. Hemû gelê Kurd rastî zilm û zordariya dewlet û hikûmetê hatiye. Gelê Kurd bi ziman, çand û nasnameya xwe heye. Bi erdnîgariya Kurdistanê heye. Ger ku hikûmet daxwazên me qebûl neke em bi wêre muzakereyê çênakin. Ez dîsa bang li Serokê AKP'ê Erdogan dikim. Tu bi komkujî, tecrîd û polîtîkayên teslîmiyetê nikare gelê Kurd tek bibe. Em muzakere û aştiyê dixwazin. Lê em tu carî xwe navêjin ber piyê tu kesî û koletiyê qebûl nakin."

'DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ HURMETÊ NÎŞANÎ VÎNA GELÊ KURD BIDE'

Demîrtaş, da zanîn ku ger Erdogan bi gelê Kurd re muzakereyan bike divê berî her tiştî nasname, statu û vîna gelê Kurd nas bike û hurmetê nişani vîna gelê Kurd bide û wiha pêde çû: "Her ku hikûmet komkujiya Roboskî asayi bibîne û lêborînê nexwaze û komkujiyê rewa bibîne bi AKP'ê re muzakere çênabin. Em bang li AKP'iyên bi rûmet dikin û dixwazin ji AKP'ê biqetin."

Demîrtaş, da zanin ku Erdogan dê di 2'ê Hezîranêde biçe Amedê û wiha bang li gelê Amedê kir: "Ez bang li hemû gelê Amedê dikim. Ez ji gelê Amedê ricadikim. Ez ji gelê Amedê dixwazin ku dema Berpirsiyarê Roboskiyê di kolanên Amedê re derbas bû bila tu Amedî dernekeve kolanan. Bila tu kurd rûyê Erdogan nebînin. Ez bang li Erdogan jî dikim û dibêjim tu bi çi rûyî tê Amedê."

‘GELÊ KURD NE BÊ ALTERNATÎFE’

Demîrtaş, bertek nişani daxuyaniyên Erdogan jî da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ne biratiya te û ne qelêşiya te dixwazin. Em niha piştî van neheqî, girtin, binçavkirin û kuştinan niqaşa man û nemana nava pergalê niqaş dikin. Gelê Kurd ne mecbûre vê êş, zulim û derdê we bikişîne. Gelê Kurd ne bê alternatîfe jî. Ger ku feraseta faşîst neyê guhertin em ne mecbûrin bi vê pergalêre bijîn jî. Divê gelê Amedê AKP'ê li Amedê bi çeteya wan re bi tenê bihêle. Em dîsa dibêjin pirsgirêk dê bi hêza gelê Kurd çareser bibe. Heta Brêz Oclana azad nebe û heta girtiyên ji doza KCK'ê serbest neyên berdan, heta mafê gelê Kurd ê perwerdehiya zimanê zikmaki neyê qebkûlkirin, heta statuya gelê Kurd neyê qebûl kirin pirsgirêk nayê çareserkirin."

Piştî axaftinê girsê dirûşmeya "Kurdistan bi te serbilind e" Şahî bi konsera Koma Gulê Xerzan, Hozan Weysî û Serkan Kanireş bi dawî bû.