Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku piştî hevdîtina Erdogan û Kiliçdaroglu aştî bi vîna MHP'ê îpotekirin şaş e û wiha got: "Gelo heke MHP nebe aştî nayê vî welatî? Heta MHP nebêje erê xwîn nayê rawestandin?"
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li Meclîsê têkildarî mijarên rojevê civîna çapemeniyê li dar xist. Demîrtaş, diyar kir ew hemû lêgerînên çareseriyê yên sivîl û aştiyane qîmet dibînin û wiha got: "Lê piştî vê hevdîtinê daxuyaniyên hatin dayîn ji bo serê mirovan tevlî hev bikin pêk hatin. Ji her du partiyan daxuyaniyên bi rêgez me nedîtin." Demîrtaş, anî ziman ku Serokwezîr Erdogan got, "Pirsgirêka kurd tuneye pirsgirêka terorê heye" û ev yek bi gotênên MHP'ê yek e. Demîrtaş, da zanîn ku lê CHP'ê di pêşniyariya xwe de "Pirsgirêka kurd" nivîsî û wiha axivî: "Heke AKP û CHP li hevbê û komîyonê ava bike û pişt hevdîtinê jî Serokwezîr bêje 'Pirsgirêka kurd çareser bûye' wê demê li holê tevlî heviyek heye. Heke 'AKP bêje divêl ji bo têkoşîna li hemberî terorê bêtir piştgiriyê bidin me' bifikire em hewildidin vê yekê fêm bikin. Heta niha CHP û MHP'ê piştgirî neda tezkereayn, CHP û MHP'ê piştgirî neda operasyonên siyasî û leşkerî? CHP û MHP'ê li hemberî operasyonên 'KCK'ê' tu îtîraz nekir."
'GELO HEKE MHP NEBE AŞTÎ NAYÊ?'
Demirtaş, bilêv kir ku divê AKP û CHP di daxuyaniyên xwe de zelal bike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Divê di vê mijarêk de alîgir nêrînên xwe zelal kin. Divê mijara wekî aştiyê ya girîng bi vîna MHP'ê ve neyê girêdan. Ev yekê şaş e. Gelo heke MHP nebe aştî nayê vî welatî? Gelo heta MHP nebêje erê xwîn narawest? Em ji daxuyaniyan fêm dikin ku li holê tu ramana aştiyê tuneye. Li holê lêgerîna piştgiriyê bidin polîtîkayên şer ên AKP'ê hene. Van daxuyaniyan ev hîs bi dem da hişyarkirin."