Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahadîn Demîrtaş ji bo doza rojnamevanên girtî ku dê 10’ê Îlonê bê dîtin banga tevlîbûnê kir û got; “10’ê Îlonê ne rojnamevan dê sîstema heyî bê darezandin.”
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahadîn Demîrtaş berî rûniştina rojnamegerên Kurd ya di 10'ê îlonê de pêk bê bi armanca piştgiriyê bide rojnamegeran tevlî civîna manşetê ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Demîrtaş bi Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê û Nivîskara Ozgur Gundemê Fîlîz Koçalî re hate rojnameyê û bi wan re Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak jî hat.
Demîrtaş piştî civîna manşetê têkildarî ziyareta xwe de daxuyanî da û wiha got: "Dema hevalên me hatin girtin jî me bi awayekî zelalî got. Ew qas siyasetmedarên kurd girtîbin em jî xwe azad hîs nakin."
‘NE ROJNAMEVAN DÊ SÎSTEM BÊ DAREZANDIN’
Demîrtaş anî ziman ku, di rûniştinê de ne rojnamevan sîstema niha heyî dê bê darezandin û wihha axivî: "Yên li wir tên darizandin kedkarên çapemeniya azad nabin. Bi peyamên dayîn kedkarên çapemeniyê mirateyekî çawa dewr girtin baş dizanin. Derve bin hundir da bin dê her tim bi rûmet xwedî li kevneşopiya xwe bibin dêbêjin."
'GELÊ ME WAN BI TENÊ NAHÊLE'
Demîrtaş banga tevlîbûna rûniştinê kir ku da zanîn ku, di 10'ê îlonê de gel rojnamegeran bi tenê nahêle û partiya wan jî dê doza rojnamegeran bi nêz de bi şopîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tenê li Stenbolê na li her derê gelê me dê xwedî li rojnamegeran derbikeve. Ez hêvî dikim ku dê hevalên me yên rojnameger serbest bên berdan."