Demîrtaş xistine nava girtiyên El Qaîde û edlî!

Derket holê Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan li Bloka C a Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tên girtin, ku li vê blokê kesên ji doza El Qaîdeyê û pirsgirêkên edlî hatine girtin, hene.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ên di 4'ê Mijdarê de hat girtin û ew şandin Girtîgah Tîpa F ya Edîrneyê, ev 11 roj in li hucreya yek şexsî bi tena serê xwe tên girtin. Li ser rewşa Demîrtaş û Zeydan, agahiyeke girîng bi dest ket.

TIMÎ WÎ ACIZ DIKIN

Li şûna blokên A û B ku girtiyên siyasî lê ne, derket holê ku siyasetmedarên HDP'ê li bloka C a ku girtiyên El Qaîdeyê û edlî lê ne, di hucreyê de tên girtin. Li aliyê rast ê hucreya Demîrtaş lê ye, girtiyên El Qaîdeyê timî tekbîrê tînin û li aliyê çepê jî girtiyên êrîşkar timî dirûşmên nîjadperestî diqîrin.

RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ QAŞO LI BENDA WEZARETÊ YE

Li gorî agahiyan, Demîrtaş û Zeydan dema ji bo hevdîtina bi parêzeran re ji hucreyan tên derxistin, di ber hucreyên van girtiyan re tên derbaskirin. Lewma xeteriya êrîşa li dijî Demîrtaş û Zeydan zêde ye. Demîrtaş û Zeydan serî li rêveberiya girtîgehê dan ku ji bo li cem girtiyên siyasî bimînin, lê belê îdareya girtîgehê bersiva "Em li benda Wezareta Edaletê ne. Li gorî bersiva bê, wê cihê hûn lê bimînin bê diyarkirin" dan.

WEKÎLÊ AKP'YÎ GEF XWARIBÛ

Ev rewşa heyî, mesaja Parlamenterê AKP'ê yê Îzmîrê Huseyîn Kocabiyik xist hişê mirovan ku bi rêya twîtterê parve kiribû. Kocabiyik ev nivîsandibû: "Eger li dijî mezinên dewletê sûîqestek were kirin, ev milet wê bavêje ser girtîgehan û hemû endamên FETO û PKK'ê bi dar ve bike. Gel li ser vê daxive."