Demîrtaş: AKP 2 madeyan derdixe pêş

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di nîqaşên "paketa ewlehiya navxweyî" de civakê dixapîne û wiha got: "Di paketê de 132 made hene. Lê AKP tenê du madeyên bonzaî û molotofê aşkera dike.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di nîqaşên "paketa ewlehiya navxweyî" de civakê dixapîne û wiha got: "Di paketê de 132 made hene. Lê AKP tenê du madeyên bonzaî û molotofê aşkera dike. Heke AKP 130 madeyan paşve bikşîne û paketê bi du madeyan bigire em ê jî  piştgiriyê bidin paketê."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya bernameya xwe ya Stenbolê de Komeleya Karsaz, Pişevan û Esnavên Hemdem (ÇAGSÎAD) li Bagcilarê ziyaret kir. Demîrtaş û heyeta pê re ji aliyê Serokê Giştî yê ÇAGSÎAD'ê Hasan Huseyîn Turkeş û Alîkarê Serokê Giştî yê ÇAGSÎAD'ê Sînan Aktaş ve hatin pêşwazîkirin. Berî ziyaretê Alîkarê Serokê Giştî yê ÇAGSÎAD'ê Sînan Aktaş daxuyanî da û diyar kir ku ziyareta Demîrtaş ji bo wan gelek watedar e.Aktaş anî ziman ku ew dê pirsgirêkên xwe ji Demîrtaş re bêjin.

'AKP ABORÎ DÎL GIRTIYE'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku li Tirkiyeyê di belavkirina dahatinê de bêdadiyekî gelek mezin heye û divê ji bo vê yêkê ji holê rabikin polîtîka bên meşandin. Demîrtaş anî ziman ku rezerveyên li Tirkiyeyê têrî hemû Rojhilata Navîn hene lê ligel vê yêkê aboriya Tirkiyeyê mezin nabe û wiha got: "AKP'ê aborî dîl girtiye."

'DI PAKETÊ DE 132 HENE'

Demîrtaş piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivandin. Demîrtaş têkildarî pirsên paketa ewlehiyê de diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di vê mijarê de derewan ji raya giştî re dike û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê derewan dike. Ji ber ku di paketê de 132 hene. Lê AKP tenê du madeyan aşkera dike. Madeyên AKP aşkera dike jî bonzaî û molotof in. Heke AKP 130 madeyan paşve bikşîne û paket tenê bi du madeyan bê sînorkirin em dê piştgiriyê bidin paketê û derbas bikin. Ji bo gelê me li kolanan lêdanê nexwe wekîlên me li meclîsê lêdanê dixwin. Serokomar Erdogan li dijî Makezagonê tevdigere. Ji ber ku zagona ji meclîsê derket diçe ber destê Serokomar an dê erê bike û an jî dê red bike. Lê Serokomar hêj zagon ji meclîsê re derbasnebûyî alîgiriya xwe ya li hemberî zagonê diyar kir û makezagonê binpê dike. Ji xwe guhdariya makezagonê nake."

Demîrtaş têkildarî bûyerên li Zanîngeha Egeyê jî got ku divê bûyerên li zanîngehê bên lêkolînkirin û wiha axivî: "Çi be bila bibe li holê canek hatiye windakirin. Kiye û ramanê wî çiye negirîng e. Di her demên hilbijartinê de li zanîngehan bûyerên wisa derdixin. Ez bawernakim ku ev bûyer bêyî AKP'ê pêk hatine. Ji ber ku komekî ji 150 kesên di nav de xwendekar neyî jî heyî dikevin zanîngehê û li holê ne polîs û ne jî peywirdarên ewlehiyê yên taybet hene. Di şer de kesek birîndar dibe. Lê ambulans 45 deqe şunda tê cihê bûyerê. Ez êşa dayîk û bav parve dikim. Ez dixwazim bûyer bi baldarî bê lêkolînkirin."

Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.