Dema ji BDP'yiyan re hatiye veqetandin salê 43 deqe ye

Dema ji BDP'yiyan re hatiye veqetandin salê 43 deqe ye

TRT'ê di nava tevahiya salekê de, dema ji Hevserok, parlamenter û berdevkên BDP'ê re veqetandiye bi giştî 43 deqe ye. Xwediyê vê daxuyaniyê Alîkarê Serokwezîr e.

Li Meclîsê nirxandina butçeyê dewam dike. Ji bo nirxandina butçeyênDesteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê û Muduriyeta Giştî ya Enformasyon û Çapemenî-Weşanê duh Parlamenterê Colemêgrê Adil Zozanî mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku zordariya Hikûmeta Tirk derxistiye holê, saziyên çapemenî-weşanê xistiye wê rewşê ku nikarin weşanê bikin.

Zozanî diyar kir ku wî ji Alîkarê Serokwezîr ê di komîsyonê de pirsa "Ev rika TRT'ê ya li hemberî BDP'ê çiye?" pirsiye û anî ziman ku ev bersiv jê re hatiye dayîn: "Alîkarê Serokwezîr jimart, ji qeydan derxist, ji me re got ku TRT'ê di nava salekê de 43 deqe dem ji berdevkên BDP'ê re veqetandiye."