Dema destgîrkirinê ya SES'iyan 4 rojan dirêj kirin
Dema destgîrkirinê ya endam û rêveberên SES'ê 4 rojan dirêj kirin.
Dema destgîrkirinê ya endam û rêveberên SES'ê 4 rojan dirêj kirin.
Dema destgîrkirinê ya endam û rêveberên SES’ê ku Hevseroka SES’ê ya Giştî Selma Atabey jî di nav de 4 rojan hat dirêjkirin.
Dema destgîrkirinê ya 8 endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ku Hevseroka SES’ê ya Giştî Selma Atabey jî di nav de 4 rojan hat dirêjkirin.
Di serdegirtinên malan ên di 25’ê Gulanê de Hevseroka SES’ê ya Giştî Selma Atabey, Hevseroka SES'ê ya serdema beriya niha Gonul Erden, Endamên Desteya Rêveberiya Navendî yên SES'ê yên berê Fîkret Çalagan, Belkiz Yûrtsever, Hevseroka Giştî ya SES'ê ya berê Bedriye Yorgun, Rêvebera Şaxa SES’ê ya Enqereyê ya berê Rona Temellî, Erdal Tûran û endamên SES'ê yê teqewîtbûyî Ramazan Taş hatibûn destgîrkirin. Ji ber biryara sînordarkirinê, sedemê binçavkirina SES’iyan nehat zanîn. Ji ber dirêjkirina dema binçavkirinê, tê payîn ku SES’iyan roja yekşemê derxînin Edliyeya Enqereyê.