Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê çû Tirkiyeyê
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 36 kesên ji 7 welatan pêk tê, ji bo hevdîtinên li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû Tirkiyeyê.
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 36 kesên ji 7 welatan pêk tê, ji bo hevdîtinên li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû Tirkiyeyê.
Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cihê hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûne, çû Tirkiyeyê. Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê wê di 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan bike.
Heyet wê wekî 3 heyetên cihê hevdîtinan bike û wê di 28’ê Çileyê de li Stenbolê Forûma Navneteweyî Ya Li Dijî Tecrîdê li dar bixe.
BERNAMEYA HEYETÊ
ENQERE
11:00 – Serdana Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB)
13:00 – Serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)
14:00 – Serdana Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê
AMED
10:30 – Hevdîtina bi malbatên ku zarokên wan li Îmraliyê di girtîgehê de ne.
Cih: New Garden Hotel
14:00 – Serdana Dayikên Aştiyê
15:30 – Serdana Med Tûhad-Fedê
STENBOL
11:30 – Serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
15:00 – Hevdîtina bi Saziyên Hiqûqê re
Cih: Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê