Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê çû serdana 3 saziyan
Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê çû serdana ÇHD, Hiqûqa Civakî û Navenda Mafên Mirovan a TTB’ê.
Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê çû serdana ÇHD, Hiqûqa Civakî û Navenda Mafên Mirovan a TTB’ê.
Ji 7 welatan bi giştî 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ava kirin û hatin serdana Tirkiyeyê. Xebatên delegasyonê yên li Tirkiyeyê didomin. Di roja 3’yemîn a hevdîtinan de endamên delegasyonê yên li Enqereyê ji ewil tev li daxuyaniya li Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) hatiye dayîn bûn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Eren jî tev li daxuyaniyê bûn.
Di civîna li ÇHD’ê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa agahînegirtinê û zextên li ser parêzeran hatin nirxandin.
Di civîna li Hiqûqa Civakî de jî parêzeran qala zextên li ser parêzeran tên kirin û astengiyên pê re rû bi rû dimînin, kirin.
Heyeta delegasyonê piştre jî derbasî Navenda Mafên Mirovan a Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) bû û tev li civînê bû. Sekreterê Giştî yê Navenda Mafên Mirovan a TBB’ê Ozan Ergul jî tev li civînê bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin.