Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku di nav de siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamevan hene û ji 7 welatan ji 36 kesan pêk tê, piştî serdanên xwe yên li Amed, Stenbol û Enqereyê, li Stenbolê Forûma Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li dar xist. Forûm, li Taksîmê li hotelekê hat lidarxistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, siyasetmedar, rojnamevan û aktivîst tevlî forûmê bûn.
Forûm, bi awayekê ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Di forûmê de têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê, rewşa girtiyên nexweş, çalakiyên Nobeda Edaletê yên ji bo girtiyên nexweş hatin hatin nîqaşkirin û pêşniyaz hatin kirin. Di forûmê de endamên Delegasyona Navneteweyî çavdêriyên xwe yên derbarê serdanên 3 rojan ragihandin û beşdaran jî pêşniyaz kir ku divê têkoşîn li qada navneteweyî jî bê belavkirin.
Piştî nîqaşan Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê, metina deklerasyona hevpar eşkere kir.
Di metna Deklerasyonê de ev tespît û pêşniyaz hatin kirin:
* Pêkanînên li Îmraliyê, ji tecrîdê derbas bûne û hatine asta nebûna tu pêwendiyê ya eseh. Ev ne tenê meseleya hiqûqê ye, di heman demê de divê wekî pirsgirêkeke polîtîk bê pênasekirin.
* Heta Pirsgirêka Kurd, derveyê Îmraliyê bê dîtin û hevrûbûn bi hêlên wê yên siyasî û civakî neyê kirin, wê civaka demokratîk jî nekare xwe ji berpirsyariya tecrîdê xelas bike.
* Tenê ne birêz Ocalan û girtiyên siyasî, mixelefeta civakî tev tê tecrîdkirin. Jiyana me bi temamî ji aliyê pergala kedxwariyê ve hatiye dorpêçkirin. Xelasiya ji vê dorpêçê, bi têkoşîna hiqûqî, polîtîk û civakî pêkan e.
*Astengkirina xebatên parêzeran û mafparêzan ên li dijî liv û tevgerên hiqûqî yên li hemberî girtiyên li Girava Îmraliyê, cihê fikaran e. Bi vê yekê xuya ye ku hiqûq û mafên mirovan rû bi rûyê êrîşan in.
* Bêdengiya dewletên Ewropayê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û peymanên din ên navneteweyî yên ji bo binpêkirina mafên mirovan ên gerdûnî, nayê qebûlkirin. Li dijî vê bêdengiyê rêxistinkirina têkoşîna maf û hiqûqê divê li seranserê cîhanê bê kirin.
* Em cardin bang dikin ku li Tirkiyeyê kesên berpirsiyar demildest divê li Girtîgeha Îmraliyê serdestiya hiqûqê ava bikin. Em berpirsyariya hemû dewletên Ewropayê ya li hemberî pirsgirêkan cardin bi bîr dixin û bang dikin ku divê mafên bingehîn ên mirovan nebin bi qurbana berjewendiyên jeopolîtîk û aboriyê.
* Helwesta ji bo Girava Îmraliyê û helwesta hiqûqî-polîtîk a li wir, kaxeza tûrnûsolê ya standardên demokratîk û rewşa siyasî ya Tirkiyeyê ye.
* Nebûna tu pêwendiyê ya esehkirî û pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê heta ji holê ranebe, çareserkirina pirgsirêka Kurdî û xizanî, birçîbûn, koçberî, penaberî, xerabûna çandî, pirsgirêka jinan û xerakirina ekolojiyê yên girêdayî wê, ne pêkan e. Lewma di meseleya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û meseleya bi awayekî mayinde çareserkirina pirgsirêkan de, rewşa li Îmraliyê gelek giring e.
* Divê rejîma înfazê ya cihêkar ku destpêkê li Îmraliyê hatiye pêkanîn û gav bi gav li girtîgehên din belav bûye, bi dawî bibe. Di serî de girtiyên nexweş, divê rêz li mafên hemû girtiyan bê girtin.
* Pergala Îmraliyê wekî teknîkeke rêveberiyê tê pêkanîn. Ev ne tiştekî awarte ye, li tevahiya welêt hatiye belavkirin û veguheriye rejîmeke hiqûqî-polîtîk a asayî. Mayîndetiya desthilatê ketiye pêşiya siberoja bi milyonan kesan.
* Birêz Ocalan, 24 sal in muxetebê her cure êşkenceyên neexlaqî, û nemirovî ye. Armanca sereke ya van pêkanînan, rakirina ji holê ya têkoşîna demokratîk û rewa ya mixalefeta civakî ye. Lewma divê armanca sereke ya hêzên mixalefeta civakî, bi temamî rakirina ji holê ya pergala Îmraliyê be.
* Meseleya Kurdî bi kapasîteya xwe bûye pirsgirêkeke Rojhilata Navîn û cîhanê. Lewma divê çareserkirina wê jî li gor geşedanên Rojhilata Navîn li cîhanê bibe rojev. Ji bo vê jî divê mirovahî hemû înîsiyatîfê werbigire û tevbigere.
* Nebûna tu pêwendiyê ya esehkirî ya li Îmraliyê jî cihê fikaran e. Lewma em cardin dibêjin ku CPT bi erka xwe rabibe.Di serî de dostên me yên li Ewropayê, em li benda hemû hiqûqparêz û mafparêzan in ku zorê bidin CPT'ê. Her wiha CPT divê serdana xwe ya dawî ya li Îmraliyê demildest bi civakê re parve bike.
* Forûma me ya îro, civînek e ji bo tezekirina bîrê û cardin hevrûbûnê ye. Hat bilêvkirin ku divê piştevanî û têkoşîn bê xurtkirin û pêşengiya vê jî peywira sereke ya pêkhateyên forûmê ye.
* Di meseleya Îmraliyê de tenê gel ji mafê agahîwergirtinê nayê mehrûmkirin. Di vê atmosfera nediyar de sazûmaniya siyasetê jî di nava manîpulasyon û agahiyên qirêj de diperpite û rêya xwe winda dike. Demildest divê dawî li vê rewşa bifikar bê.
* Navnîşana çareseriya van pirsgirêkan hemûyan, bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya Kurdî ye. Ji bo meseleya Kurdî bi awayekî siyasî û aştiyane bê çareserkirin û Tirkiye demokratîk bibe, azadiya Ocalan bivênevê ye.