Delegasyona li dijî tecrîdê çû serdana HDP û ÎHD’ê
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û ÎHD’ê.
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û ÎHD’ê.
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 36 endamên ji 7 welatan pêk tê, serdanên xwe yên Enqereyê di roja duyemîn de berdewam kir. Delegasyon tev li civîna ku li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hate lidarxistin bû. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê Partiya Demokratîk a Gelan Serhat Eren beşdarî civînê bûn.
Li civîna ku li ÎHD’ê hate kirin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin, şertên tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, pêkanînên tecrîda 24 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkildarî agahînestina 22 mehan, nirxandin hatin kirin. ÎHD’ê têkildarî pêkanînên tecrîdê yên li Îmraliyê û girtîgehên Tirkiyeyê nêrînên xwe ragihandin.
Delegasyon, tev li civîna li Navenda Giştî ya HDP’ê jî bû. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê Partiya Demokratîk a Gelan Serhat Eren û parêzerên OHD’î beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser doza girtinê ya li dijî HDP’ê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan agahî hatin dayîn. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hatin.