Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku çûn serdana MATÛHAYDER’ê, got ku xisûsên di serdanan de bi wan re hatine parvekirin ew ê bibin civîna Konseya Ewropayê ku wê hefteyek bi şûn de bê lidarxistin.

Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ku ji 3 welatan û ji 3 kesan pêk tê, li Tirkiyeyê serdanên xwe didomîne. Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denîs O'Hearn, Cîgira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê û Nûnera Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê û Endama Komîteya Şopandinê Laura Castel û Wezîrê Dadê û Karên Navxweyî yê Îzlandayê yê berê Ögmundur Jonasson, ji bo serdana Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bike serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê kirin.

Hanim Tosûn, hevjîna Fehîm Tosûn ku di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat revandin û windakirin û Sebla Arslan delegasyonê pêşwazî kirin. Civîn, li ser daxwazên Dayikên Şemiyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin.

FIKIRÊN OCALAN ÊN DER BARÊ JINAN DE

Şande paşê hevdîtin bi aktivîstên Tevgera Jinan (TJA) re kir. Di hevdîtinê de fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinan hatin parvekirin û destkeftiyên ku li Tirkiye û Kurdistanê yên bi van fikiran re hatine bidestxistin hatin destnîşankirin. Aktivîstên TJA'yê di hevdîtinê de bilêv kirin ku bi saya fikirên Abdullah Ocalan jin di civakê de xuyangtir bûne û civak guheriye. Her wiha aktivîstan bal kişandin ser saziyên jinan yên ku di dema Rewşa Awarte de hatine girtin û gotin ku çendî saziyên wan hatibin girtin jî wan têkoşîna xwe ji cihê mayî domandiye. 

PERGALA HEVSEROKATIYÊ

Endamên delegasyonê ji aktivîstên TJA'yê xwestin ku di warê pergala hevserokatiyê de wan serwext bikin. Aktivîstên TJA'yê jî diyar kirin ku pergala hevserokatiyê ewilî baş nehatiye qebûlkirin, lê paşê piştî li 4 şaredariyan ev yek hatiye pêkanîn û destkeftî zêde bûne, fikira civakê ya di vî warî de jî guheriye.

Her wiha aktivîstên TJA'yê bal kişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê û pêvajoya betalkirina wê jî.

TECRÎD

Aktivîstên TJA'yê bal kişandin ser şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin ku ev şert û merc bi têgeha "tecrîdê" tenê nayên ravekirin, ji lew re pergaleke pir xirab e. Aktivîstan bilêv kir ku têkoşîna wan a li dijî tecrîdê didome.

Aktivîstên TJA'yê destdirêjî, destacêtin û tahdeya bi destên polîs, leşke rû aryedarên dewletê tên kirin û kuştinên di encama van kirinan de jî bibîr xistin. Di serdanê de li ser rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê û kirinên li girtîgehan hat sekinandin

Şande paşê serdana Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MATÛHAYDER) kir. Hevserokên komeleyê Dîlek Demîr û Şafî Erol şandeyê pêşwazî kirin.

Tahîr Îzgîn ku 30 salan di girtîgehê de maye, bal kişand ser girtiyên 30 salan di girtîgehê de mane û nayên berdan û got ku gelek girtî ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibêjin “rêzdar” nayên berdan. Îzgîn behsa binpêkariya mafan, astengkirina mafê dermanbûnê, êşkênce û kirinên xerab ku girtî rû bi dibin, kir û got: “Di girtîgehan de revîr hene lê bijîşk tu nîn in. Bêyî mieyene dikevin hewila dermankirinê. Girtî hemû bi Covîd-19’ê ketin û dermanên qewilê wan buhuriye dan girtiyan. Di rêziknameya girtîgehê suhbeta bi hev û din re, atolye û aktîvîteyên civakî yên cur bi cur hene, lê girtiyên siyasî ji vî mafî siûdê wernagirin.”

Îzgîn, îşaret bi greva birçîbûnê ya navbeyna salên 2018-2019’an a bi armanca bidawîbûna tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û got: “Ez 80 rojan mam di grevê de. Abdullah Ocalan negota ‘berdin’, em bimirane jî me dev jê bernedida.” 

Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denîs O’ Hearn, bi bîr xist ku beriya salên 2000’î hejmara girtî û hukumxwariyan li Tirkiyeyê li gor navinca dinyayê gelek kêm bûye û ji wan salan û pê ve her ku çû çûye zêde bûye, niha di hejmara girtiyan de welatê duyemîn e.

Hevserokê MATÛHAYDER’ê Şafî Erol ku bersiv da O’Hearn, îşaret bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku ew ne yekê jirêzê ye û Kurd wî ji xwe re rêber dibînin.

‘DINYA DENGÊ XWE JI ÊRÎŞAN RE NAKE!’

Erol destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û herêmî, Kurdistan û Kurd ji xwe re kirine “cihê bazariyê”, Kurd tên qetilkirin, Kurd vê qebûl nakin, ji lewma hejmara girtiyan di girtîgehan de zêde dibe û bertek nîşanê feraseta welatên Ewropayê da.

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî di serdana xwe ya MATÛHAYDER’ê de gotin ku xisûsên di serdanan de bi wan re hatine parvekirin ew ê bibin civîna Konseya Ewropayê ku wê hefteyek bi şûn de bê lidarxistin. Delegasyonê got: "Em ê dengê we bigihînin wir.”