DEKOP’ê bertek nîşanê binçavkirinên li Wanê da

DEKOP’ê bertek nîşanê binçavkirinên li Wanê da

Platforma Rêxistinê Girseyî ya Demokratîk-Ewropa(DEKOP-A) bertek nîşanî binçavkirinên li Wanê ku ji vana 6 şaredaran bigitşî 19 kesan da û wiha got: “Gelê kurd dê tu carî serî netewîne. Ligel hemû bedelan dê xwedî rumet û nasnameya xwe derkeve.

DEKOP daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanê binçavkirina şaredarê Wanê Bekîr Kaya û hemû şaredaran da. DEKOP di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev operasyona faşîst a AKP’ê ya ku dixwaze Wanê desteser bike ye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Serokwezîrê dewleta Faşîst Tayîp Erdogan ku partiya wî li Wanê serkeftî nebû, piştî erdhêja Wanê ji bo gel ceza bike tu alîkarÎ nedayê. Niha jî hewl dide piştevahiya gelê kurd asteng bike. Gelekê Wanê zivistana xwe di konan de derbas kir. Lê gelê Wanê stu li ber AKP’ê netewand û bi rumeta xwe li ser piyan ma. Li Wanê berê jî bi deha operasyon pêk hatin. Endam meclisa şaredariyê, endamên meclisa jinan û nûnerên BDP’ê hatin girtin. Niha jî bi girtina şaredaran hewl didin ku îradeya gelê kurd bigirin.”

GELÊ KURD DÊ SERÎ NETEWÎNE

Di berdwamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Erdoganê ku digot ez Wanê dixwazim, di vê operasyonê de nîşan daku dê çawa Wanê bigire. Lê divê ev bê zanîn gelê kurd li Wan, Amed û bajarên din dê li hemberî faşîzmê serî netewîne. Li gel hemû bedelan dê xwedî li nasnameya xwe derkeve.”

DEKOP’ê da zanÎn ku êrîşên dewleta tirk a li dijî kurdan didome û binaçvkirin, înfaz û operasyonên leşkerî û siyasî wekî terora faşîst bi nav kir û wiha hate gotin: “Di 3 rojên dawî de di êrîşên li Geverê de Ozgur Taşar hate qetilkirin. Di encama operasyonên siyasî de 90 xwendekar hatin binaçvkirin. Hilbijêrin kurd, aktîvîstên polîtîk tên girtin. Gelê me dê li heberî van êrîşan têkoşîna xwe bilindtir bike.”

DEKOP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew van êrîşên faşîst a dewleta tirk şermezar dikin û gotin ku bila demildest xwendekar û siyasetemedarên kurd serbest bênberdan.

PLATFORMA HERÎ MEZÝN A RÊXISTIÊN PENABERA YA KURD-TIRK A EWROPAYÊ

Platforma Herî Mezin a Kurd-Tirka a Ewropayê ji Palatforma Rêxistian Girseyî ya Demokartîka-Eropa, Konfederasyona Mafan a DemokratÎk a Ewroapyê (ADHK), Konfederasyona Penaberên Bindest a Ewropa (AVEG-Kon), Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê yên Ewropayê(ATÎK) û Federasyona Komeleyên Kurd a Almayayê (YEK-KOM) pêk tê.