Defend Kurdistan: Şerê kîmyewî yê li Kurdistanê rawestînin!
Înîsiyatîfa Defend Kurdistan li ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, banga tevlêbûna çalakiyan kir.
Înîsiyatîfa Defend Kurdistan li ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, banga tevlêbûna çalakiyan kir.
Înîsiyatîfa Defend Kurdistan, li ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku bêdengiya OPCW’ê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, hêzê dide dewleta Tirk a dagirker.
Daxuyaniya Înîsiyatîfê wiha ye:
“Tirkiyeyê tu car ji sala 2022’an zêdetir sûcên şer nekiriye. Bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên bi balafirên biçek ên bêmirov jî nav de, dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Kurdistanê, gelek sûcên şer kirine. Bala civaka navneteweyî li ser şerê Ûkraynayê ye. Lê nabe ku ev ji bo veşartina sûcên şer ên dewleta Tirk bê bikaranîn.
Tevî îdiayên cidî yên têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve, civaka navneteweyî û saziyên wê yên berpirsyar ên weke OPCW, heta niha ji Tirkiyeyê hesab nepirsîne û bi awayekê cidî li ser mijarê lêkolînê nakin. Hem ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên sala 2018/19’an ên bi ser Bakur û Rojava de ku bi awayekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê kir, hem jî ji ber hewildanên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê, xwepêşandanên protestoyî yên navneteweyî yên domdar tên lidarxistin.
Bertekên rayedarên hikûmetê yan jî nûnerên rêxistinên navneteweyî yên heta niha herî zêde di navbera xemsariyê û astengiyên aktîf de xuya dikin. OPCW raporên ji rojnamevan û lêkolîneran qebûl nake. Her wiha hemû daxwazên ji laboratuarên welatên cuda yên ji bo analîzkirina nimûneyên ku li qadên gerîlayan ên li Başûrê Kurdistanê bi çekên kimyewî birin Ewropayê, hatin redkirin. Ev hêz dide dewleta Tirk ku bêyî metirsiya hesabdayînê, siyaseta xwe ya sûc bidomîne. Di heman demê de gelek hikûmetên cîhanê, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê, weke çalakiya xweparastinê û têkoşîna li dijî terorê rewa nîşan dan.
Wisa xuya dike ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi paradîgmaya xwe ya radîkal a demokrasî, ekolojî û azadiya jinê ku ji aliyê Rêberê xwe yê girtî Abdullah Ocalan ve hatiye bipêşxistin, li ber berjewendiyên hêzên hegemonîk ên herêmî û navneteweyî asteng e. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî‘ ku ji Rojhilatê Kurdistanê heta serhildanên Îranê belav bû û niha li hemû cîhanê tê berzkirin, bû dirûşmeya têkoşîna azadiya jinan. Ji bo bêdengkirina banga azadiyê ya jinan û gelan ew amade ne ku van sûcên şer ên dijmirovî pêk bînin.
Em sûcên we dibînin! Lewma weke civak û hêzên demokratîk, em ê li gorî xeta daxwazên jinan û gelên herêmê wek tevgera hevpar a gerdûnî tevbigerin û li dijî sûcên şer û hevkariyên hikûmetên xwe bêdeng nemînin. Em nikarin bêdeng bimînin.
Sûcên şer ên bi berdewamî yên Tirkiyeyê, bi awayekê eşkere nîşan dide ku Tirkiye ji bêdengiya civaka navneteweyî cesaret girtiye û difikire ku destûr hatin dayîn, wê demê li ku derê bixwaze dikare sûcên şer bike. Encama nebaş a vê bêdengiyê, tê wateya hevkariya sûcên şer ên Tirkiyeyê.
Civaka navneteweyî, li şûna ku radestê organîzekirina Tirkiyeyê ya endametiya NATO’yê bibe, divê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî cidî bigire û bi pisporên mijarê re lê binêre û zextê li Tirkiyeyê bike ku dev ji sûcên şer li Başûrê Kurdistanê û li her deverê berde.
Ji 30’ê Mijdarê heta 3’yê Kanûnê di roja bibîranîna hemû qurbaniyên şerê kîmyewî yê Neteweyên Yekbûyî de, em bang li her kesê dikin ku bi afirînerî û awayekê hevgirtî tevbigerin û çalakiyan li dar bixin. Bo mînak; şanoya kolanan, flaş mob, çalakiyên stadyûmê, pêşandana vîdyoyê û hwd… çalakiyan bikin û 3'yê Kanûnê li herêmên xwe tev li çalakiyan bibin.
Em sûcên we dibînin! Werin em bêdengiya sûcdar û hevkariyê bişkênin.
Ji hevkariya hikûmetên di asta sûcdarkirinê de, divê bersiva me yekitî û hevgirtina gelan be!”