Dê ji bo girtina OYM' yan bimeşin

Dê ji bo girtina OYM' yan bimeşin

Înîsiyatîfa Milyon Dadê Dixwazin, sibe di demjimêr 18.00’an de bidaxwaza “Dadgehên Rayeya Taybet bên girtin”, “Em dadê dixwazin” dê bimeşin ber avahiya AKP’a Şîşliyê. Çalakî dê li ber Mizgefta Şîşliyê destpê bike.

Înîsiyatîfê di derbarê meşê daxuyanî da û got; “Dadgehê Rayeya Taybet (DRT) dadgehên bêdadiyê ne. Dadgehê bêhiqûqiyê ne. Di wan dadgehan de pêwîstî bi delîlan tuneye. Bi qinaeta dadgeran ceza tê dayîn. Fezlekeyên polîsan li ser hemû delîlan re ne. Dadger û dozgerên ku biryarên bi dilê hikumetê didin, rayeya wan zêde dibe yên din jî rezîl dibin.Dadgehên Rayeya Taybet, berdewama Dadgehên Rêveberiya Tengin, Dadgehên Ewlekariya Dewletê ne.”

Înîsiyatîfa Milyon Dadê Dixwazin tînin ziman ku, “Dadgehên Rayeya Taybet şaredaran, siyasetmedar, rojanemvan, xwendekar, parêzer, tenduristvan digirin, bûne çerxa zilmê. Li pêşiya gotin, çalakî, rêxistin û azadiya çapemeniyê astengiya herî mezine.” Her wiha balkişand ser nîqaşên ji aliyê hikumetê ve hatine destpêkir û wiha anî ziman: “Em dixwazin Dadgehên Rayeya Taybet bêne girtin. Ev tenê ne bese. Em dixwazin Zagona Tekoşîna li Dijî (Civakê)Terorê ku ev dadgeh xwe dispêrinê jî bê rakirin. Ji ber ku ger hûn vê zagonê nerakin, hûn kîjan dadgehê avakin, avabikin wê zilm û hikum dewam bike.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em weke Înîsiyatîfa Milyon Dadê Dixwazin, bi daxwaza girtina ‘Dadgehê Rayeya Taybet bên Girtin’, ‘Em Dadê Dixwazin’ 23’ê Pûşperê roja Şemiyê di demjimêr 18.00’an li ber Mizgefta Şîşliyê kombibin û em dê bimeşin ber avahiya AKP’a Şîşliyê. Em dê li ber avahiya Partiya AKP’ê ku yekem berpirsê Dadgehên bêhiqûqiyê ne daxwazên xwe qîr bikin.”