Lijneya Venêrîna Dewletê mirina 8'emîn Serokomar Turgut Ozal lêkolîn kir û rapor amade kir. Di raporê de wiha hate gotin: "Mirin ji nişka ve pêk hatiye. Serokomarê li ser kar her tim mirina wî ya ji nişka ve bi 'guman' e. Ji ber vê yekê ji bo sedema mirinê bê dîtin, tu otopsî û komkirina delîlan nehatiye kirin."
Lijneya Venêrîna Dewletê (DDK), lêkolîna têkildarî mirina 8'emîn Serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal dabû dest pê kirin, bi dawî kir. DDK'ê bi fermana Serokomar Abdullah Gul di sala 2010'an de dest bi xebatê kir û di encama lêkolînê de got, "Mirin ji nişka ve pêk hatiye. Serokomarê li ser kar her tim mirina wî ya ji nişka ve bi 'guman' e. Ji ber vê yekê ji bo sedema mirinê bê dîtin, tu otopsî û komkirina delîlan nehatiye kirin."
'TU KESÎ OTOPSÎ NEXWEST'
Di rapora DDK'ê de wiha hate gotin: "Mijara behsa wê bêkirin a yekemîn; di wê demê de zafiyeta ewlehiyê hebû. Turgut Ozal serokomarekî ku li ser kar jiyana xwe ji dest daye, ye. Mirina wî ji ber nexweşiyek kronîk û mirinekî ku li bendê bûn, nîn e. Mirin ji nişka ve pêk hat. Serokomarê li ser kar her tim mirina wî ya ji nişka ve bi 'guman' e. Ji ber vê yekê ji bo sedema mirinê bê dîtin, tu otopsî û komkirina delîlan nehatiye kirin. Ji bo sedema mirinê bê dîtin ne doktor ne endamên malbatê û ne jî saziyên dewletê yên dadê ji bo otopsiyê tu hewildan nîşan nedane."
'HIŞ WINDAKIRIN BERDEWAM DIKE'
Di raporê de hate diyarkirin ku ligel bi ser mirina Turgut Ozal de 20 sal derbas bûbe jî heta niha derheqê îdîayên hatin gotin de tu lêkolîn nehatin kirin û wiha hate destnîşankirin: "Hiş windakirin salên dirêj berdewam kir. Ev yekê ji ber di pêvajoya hiqûqî û rêgezên hiqûqî yên nivîskî de, têkildarî mirovên dewletê yên li ser kar jiyana xwe ji dest didin û an jî nexweş in dê çi bê kirin, tuneye pêk tê. Ev yek hem di mirina Serokomar Turgut Ozal û hem jî di nexweşiya Serokwezîr Bulent Ecevît xwe nîşan da."
'WEKÎ WELATIYEKÎ JI RÊZÊ JIYANA XWE JI DEST DA'
Di raporê de hate bilêvkirin ku mijara duyemîn jî pirsgirêkên kapasîteya xizmetên tendurîstiyê yên pêşkêş Serokwezîr ê wê demê ne û wiha hate gotin: "Ligel agahiyên tendurîstiyê yên Turgut Ozal û bernameya wî dihate zanîn ji bo mudaxeleyê tu ambulans û yekeniyên tendûrîstiyê li wir amade nebûn. Ji ber vê yekê dema Turgut Ozal nerehet bû ne mudaxeleya yekemîn a pêvîst lê hate kirin û ne jî bi awayeke rêk û pêk birine nexweşxaneyê. Di wê demê de ji bo Serokomar ji nişka ve nexweş bibe rêbaz û pêvajoyê (mudaxeleya yekemîn, wesayît amade be, riya lê biçe bê diyarkirin, saziyên tendursîtiyê yên serî lê bikin, tedbîrên rê, lîsteya xwarin û vexwarinên demên dawî, lîsteya dermanan û çîroka nexweşiyê û agahiyên têkildarî vê yekê) nehatin amadekirin û wekî kesekî li tax jiyana xwe ji dest daye nêzî bûne."
'DAD Û MALBAT DÊ BIRYARÊ BIDE'
Di raporê de hate gotin ku îdîayên têkildarî Ozal hate kuştin piranî rast nîn in û wiha hate destnîşankirin: "Lêkolîna van îdîayan nemimkun e ku bên îspatkirin. Lê heke sedema mirinê were zelalkirin îdîayên behsa wan tê kirin jî bi lêkolînan dê zelal bibin. Ji bo vê yekê malbata Ozal û saziyên dadê dê biryarê bidin."
Hate hînbûn ku minakekî raporê ji Serokwezîr yek jî ji Serdozgeriya Komarê ya Enqere re hate şandin.