Desteya Venêrîna Dewletê (DDK) mirina Serokkomarê Tirkiyeyê yê berê Turgût Ozal lêkolîn kir û rapora xwe bi raya giştî re aşkere kir. DDK’ê xwest gorra Ozal bê vekirin û otopsiya wî ji nû ve bê kirin.
Bi fermana Serokkarê Tirk Abdullah Gul, DDK’ê raporek der barê mirina Serokkomarê Heştemîn ê Tirk Turgût Ozal de amade kir û bi raya giştî re aşkere kir.
DDK’ê diyar kir ku di mirina Ozal de fikar û guman hene û xwestin gorra wî bê vekirin û otopsiya wê bê kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di daxuyaniyek xwe de dabû diyarkirin ku Ozal hatiye kuştin. Ocalan di mijdara 2010 de gotibû; “Ji ber ku Ozal rola xwe ya di pirsgirêka Kurd de ku Amerîkayê dabûyê pêk neanî, hat tesfiyekirin. Ewropayê jî nedixwest pirsgirêka Kurd çareser bibe, dixwest neçareseriyê kûrtir bikin. Ozal mir hat kuştin.”