DBP: Operasyonên qirkirina siyasî nayên qebûlkirin

DBP: Operasyonên qirkirina siyasî nayên qebûlkirin

Di danezana encamê ya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê de ji hikûmeta AKP'ê hat xwestin, ku dawî li alîkariyên ji bo DAIŞ'ê bîne û hîn bêhtir cidî û ji dil nêzî pêvajoyê bibe. DBP'ê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got, "Ji aliyê partiya me ve ev girtin bi ti awayî nayê qebûlkirin. Em bang li hikûmetê dikin ku bi awayekî rast nêzî mijarê bibe, tavilê dest ji girtinan û polîtîkayên rê li ber nerazîbûna gel vedike, berde."

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), danezana encamê ya civîna Desteya Rêvebriya Navendî ya 4'ê Kanûna 2014'an aşkera kir.

'BILA AKP DEST JI ÎNKARÊ BERDE, ALÎKARIYÊN JI BO DAIŞ'Ê BISEKINÎNE!'

Di danezana encamê de hat ragihandin ku berxwedanên Kobanê û Şengalê gihaştiye asteke ku hemû cîhan li pêşberî matmayî maye û hat destnîşankirin ku êrîşa xwekujî ya li hemberî Walîtiya Hewlêrê û êrîşa maşîna bombebarkirî ya li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê nîşan dane ku ev yek hewldanên dawî yên çeteyan e.

Di danezana encamê de hat diyarkirin, ku her çend hikûmeta AKP'ê hevkariya xwe ya bi çeteyên DAIŞ'ê re înkar bike jî derketiye holê ku maşîna li deriyê sînor teqiyaye ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye û hat gotin, "Ji bilî hewldanên ji bo têkbirina destketiyên gelê Kurd ên roj bi roj zêde dibin, bi awayekî din nayê ravekirin. Lewma em careke din dibêjin: Divê hikûmeta Komara Tirkiyeyê li şûna înkarkirina alîkariyên ji bo DAIŞ'ê êdî dawî li van alîkariyan bîne, hîn bêhtir cidî û ji dil nêzî pêvajoyê bibe."

'EM GIRTINAN QEBÛL NAKIN; BILA AKP DEST JI VÊ BERDE'

DBP'ê di danezana encamê de da zanîn, ku piştî pêvajoya serhildanên bi berxwedana Kobanê re destpê kirin, hikûmetê hewl daye nerazîbûnên demokratîk ên gel terorîze bike û dûre dest bi operasyonên qirkirina siyasî kiriye û got, "Di vê çarçoveyê de bi sedan xebatkarên partiya me hatine binçavkirin û girtin. Manîdar e ku hemû operasyonên girtinê yên di vê demê de hatine kirin, li dijî ciwanên partiya me hatine kirin. Polîtîkayek ji bo pêşîgirtina li siyaseta demokratîk a gelê Kurd e. Ji bo partiya me ti aliyê van girtinan ên bên qebûlkirin nîne. Em bang li hikûmetê dikin ku bi awayekî rast nêzî mijarê bibe, tavilê dest ji girtinan û polîtîkayên rê li ber nerazîbûna gel vedike, berde."

DBP'ê ragihand ku di nava pêvajoya mehekê de li hemû bajarên hatine diyarkirin, bi şiyara "Em axa xwe, ava xwe, enerjiya xwe komun bikin; jiyana demokratîk û azad ava bikin" kongre hatine lidarxistin û hat gotin, "Akademiyên me yên siyasetê di vê demê de lez dane xebatên xwe. Li Amed, Wan û Stenbolê dewreyên perwerdeyê hatine destpêkirin, li Îzmîr, Gever û Mêrdînê wê di nava hefteyekê de û li cihên din jî di nava 15 rojan de werin destpêkirin."

DEMA KONFERANSAN

Hat ragihandin ku girîngiya rêxistinbûyîna ji qada herêmî heta xweseriyê bi berfirehî hatiye nirxandin û biryar hatiye dayîn ku ji bo pêkhatina vê rêxistinbûyînê tavilê konferans bên lidarxistin. Li gorî vê yekê wê di 9-10'ê Kanûnê de konferansên Dêrsim, Riha, Sêrt, di 13-14'ê Kanûnê de konfearnsên Mêrdîn, Erzîrom-Mûş, Wan û Amedê, di 16-17'ê Kanûnê de jî konferansên Êlih, Bedlîs, Colemêrg û Şirnexê lidar bixe.

KAMPANYA ÎMZEYAN WÊ DEWAM BIKE

DBP'ê her wiha biryar da ku kampanya îmzeyan a "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî" demeke din jî bi awayekî aktîf dewam bike.