Xizmên windayan û dayîkên aştiyê yên Stenbolê di hefteya 379'an de çalakiya "Kujer diyarin, winda li kune?" li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Malbata Mehmet Can Ayşîn bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha got: "Em bang li Serokwezîr dikin û dibêjin zilma herî mezin li hemberî zilmê bêdengî ye."
Dayîkên Şemiyê di hefteya 379'an de bi hişyariya "Kujer diyarin, winda li kune?" li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan wekî her hefte wêneyên windayan rakirin û çîrokên windayan xwendin. Vê hefteyê jî bavê Hasan Ocak diyar kir ku, 11 salin kurê wan hatiye windakirin. Ocak anî ziman ku ew tu carî kurê xwe ji bîr nakin.
Pişt re xizma windayan Mine Nazari, çîroka Mehmen Can yê 18 sal berê li gundê Mizagê yê Lîceya Amedê hate binçavkirin û windakirin vegot. Nazanî anî ziman ku Can di 8'ê gulana 1994'an de leşkeran li gund operasyon pêk anî û hemû zilamên gund binçavkirin. Nazanî, da zanîn ku 6-7 saet şûnde ew birin Fermandariya Cendirmeyan ya Liceyê wiha got: "2 roj şûnde 8 gundî hatin girtin û yên din serbest hatin berdan. Di nava 8 rojan de ji bilî Mehmet Can Ayşin hemû gundiyen din serbest hatin berdan. Me ji bo dîtina Mehmen Can serî li dozger û dadgeha Amedê da. Me serî li Walîtiya Amedê, Dozgerê Farqînê û rayedarên dewletê dan. Lê tu serlêdanên me bi encam nebû.
Nazarî anî ziman ku, berpirsiyar û kujer diyarin û ji ber her tişt ronî ye heta nihadozgerî tu lêpirsînê nadin destpêkirin.
Nazari, anî ziman ku li ser axa wan komkujî pêk tê bang li Serokwezir kir ku guh bide wîjdanê xwe. Nazarî wiha got: "Em bang li Serokwezîr dikin û dibêjin zilma herî mezin li hemberî zilmê bêdengî ye."