Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di hefteya 387'an de çalakiya xwe berdewam kir. Dayîkan vê hefteyê bal kişandin ser bûyera li Dîlokê û diyar kirin ku, ger hikûmetê gavên aştiyê avêtibûna ev bûyer pêk nedihat. Dayîkan bang li hikûmetê kir û xwest gavên diyalogê bavêje.
Xizmên windayan û Dayîkên Şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 387'an de li hev kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayîkan wekî her hefteyê vê hefteyê jî pankarta "Kiryar diyar in winda li ku ne? vekirin. Dayîkan di çalakiyê de wêneyê windayan rakirin û daxwaza edaletê kirin. Dayîkan vê hefteyê çîroka Îbrahîm Karatay yê di 15'ê Tebaxa 1994'an de li gundê Hûrê yê navçeya Hanîya Amedê hate binçavkirin û windakirin vegot.
'ÊDÎ ÊŞA ME BIBÎNIN'
Xizma winda Abdurrahman Coşkun Mukaddes Coşkun axivî û wiha got: "Em cejna ku xwedê daye me em pîroz nakin. Ji ber ku 17 salin em li canê xwe digerin. Em bang li Serokwezîr Erdogan dikin û em dixwazin êdî êşa me bibîne."
'EM WELATÊ KU BI XWÎNA ZAROKÊN ME SAX BE NAXWAZIN'
Li ser navê dayîkan vê hefteyê Nahide Kiliç daxuyanî da. Kiliç anî ziman ku, ji ber polîtîkayên hikûmetê şer û kuştin pêk tê û wiha got: "Bombeya li Dîlokê li diji mirovahiyê teqiya. Ger ku siyaseta hundir gavên aştiyê avêtibûya ev teqîn pêk nedihat. Ev teqîn û kuştin pêk nedihat. Divê hikûmet rêya diyalog û çareseriyê ava bike.”
Kiliç çîroka Karatay vegot û xwest Karatay bi lezgîn bê dîtin û kujer bên darizandin. Kiliç anî ziman ku, hemû hewldanên malbatê bê encam mane û xwest kujer bên darizandin û cezakirin.