Dayîkên Roboskiyê: Rêzê nîşanî êşên me bidin

Dayîkên Roboskiyê: Rêzê nîşanî êşên me bidin

Dayîkên ku zarokên wan di Komkujiya Roboskiyê de hate kuştin dan zanîn ku serokwezîr li hemberî êşa dayikan rêz nagire. Serokê Giştî ya MAZLÛM-DER'ê Ahmet Farûk Unsal diyar kir ku, dewlet ji hesab pirsina komkujiyê direve, lê ewê hesabê bipirsin. Li ser navê malbatên Roboskiyê Velî Encu axivî û diyar kir ku, ligel li ser komkujiyê de 173 roj derbas bûye, komkujî wekî roja ewil di nava tariyê de ye.

Malbatên ku zarokên wan di Komkujiya Roboskiyê de hatin kuştin tevî saziyên îslamî yên wekî MAZLÛM-DER, Akabe, Akdev, Platforma Anadolû û Weqfa Hîkmet li Hotela Barcelo Eresîn ya Topkapi ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pankartên wekî "Dayikên Qilebanê li Stenbolê ye" û "Heke em ji bîr bikin bila dilê me zuha bibe" û wêneyên derbarî komkujiyê li salonê hatibû daliqandin û ciwanan tîşortên ku wêne û navên kesên di komkujiyê de hatibû kuştin hebû li xwe kiribûn. Her wiha malbatan wêneyên zarokên xwe hildan.Civîn bi xwendina mewlidê dest pê kir.

Piştî mewlidê di civîna ku 2 seat dom kir de axaftina vekirinê Serokê Giştî ya MAZLÛM-DER Ahmet Farûk Unsal kir. Unsal diyar kir ku kuştinên li Roboskiyê di bin berpirsyariya dewletê pêk hatiye, lê hîn jî dewlet ji hesabê dayînê direve. Unsal anî ziman ku ligel li ser komkujiyê 6 meh derbas bûye û tu lêpirsînên edlî û îdarî nehatiye vekirin, hin gotinên hikumetê gel û malbatan rencîde dike. Unsal wiha got: "Êşa wan êşa me ye. Heta dawiyê em ê mafên wan biparêzin."

'DIXWAZIN KOMKUJIYE REWA BIKIN'

Serokê Şaxa MAZLÛM-DER a Stenbolê Cuneyt Sariyaşar li ser navê saziyên îslamî daxuyanî da û diyar kir ku, tu wîjdan komkujiyê qebûl nake. Sariyaşar wiha got: "Em dê li pey berpirsyariyên bûyerên ku wîjdana gelan diêşîne, berî û piştî komkujî pêk hatin, bin. Em dê daxwazên xwe yên ji bo Qilebanê edelet bidomînin. Em li ber ronînekirina komkujiyê ya ji aliyê hikumet û darazê, xemgîn in. Ev rewş dibe ku nîşaneya kerasetên civakî yên nayê tehmînkirin be. Hîn lêborînekî fermî nehatiye xwestin. Li şûna komkujiyê ronî bikin, kesên hatine kuştin wekî qeçaxdar didin nîşandan. Dibêjin herêm riya rêxistinê ye, nexşeya mayînan li cem gundiyan e. Êrîşa li hemberî qeymeqem kirin hincet û gelek kes girtin û tazmînat teklîfî malbatan hatiye kirin. Em li Qilebanê dadê dixwazin. Teqez ji devên fermî helalî bê xwestin, divê berpirsyarên komkujiyê li ber dadgehê hesab bide."

'TEVÎ KU 173 ROJ BI SER KOMKUJIYÊ DERBAS BÛYE JÎ HÊ NEHATIYE RONÎKIRIN'

Xizmên kesên ku di komkujiyê de hatiye kuştin Velî Encu jî bibîr xist ku 173 roj bi ser komkujiyê re derbas bû û got: "Di roja 173'emîn qetilkirina heskiriyên me de jî tekane gotina ku em bînin ziman êşa mezine. Hin jî berpirsyarên vî sûcê mirovahiyê nehatine dîtin. Hê jî komkujî wekî roja destpêkê tarî ye. Li şûna ku berpirsyarên komkujiyê bên eşkerekirin gundî tên binçavkirin, girtin û cezayê pereyan li wan tê birîn. 4 xizmên me hatine girtin, li 18 xizmên me digerin."

Encu anî ziman ku bi daxuyaniyên tên kirin baweriya Roboskiyan ya ji bo edaletê kêm bûye û û wiha axivî: "Em nizanin ka çi ji me dixwazin. Heke daxwaza eşkerekirina berpirsyarên komkujiya 34 kesan sûç be, werin me jî bigirin. Na heke wekhevî mafê her kesî be wê demê ne Cabbar Yilmaz, Firsat Kaya, Ferdî Alma û Mahmut Alturk, berpirsyarên komkujiyê teslîmî edaletê bikin. Em wekî malbatên li wekheviyê digerin dê lêgerîna xwe bidomînin. Em ji bo Roboskiyê banga çalakiya lezgîn dikin û dixwazin Komkujiya Roboskiyê di nav rayagiştî ya cîhanê de bê axaftin."

Destgira Adem Ant Garîbe Urek bang li hikûmetê kir û got; “Em dadê dixwazin. Lê beriya her tiştê bi wijdan bin. Êdî bê deng bin û rêzê ji êşa me re bigirin."

DAYÎKÊN ROBOSKÎ AXIVÎN

Dayîkên kesên di Komkujiya Roboskiyê de hatibûn kuştin jî axivîn. Dayîka Serhat Encu Halîme Encu, dayîka Cemal Encu Hazal Encu, dayîka Hamza Encu Kadriye Enci, dayîka Vedat Encu Mercan Encu, dayîka Yuksel Urek Emîne Urek, dayîka Şervan Encu Leyla Encu, dayîka Erkan Encu Felek Encu, dayîka Cîhan Encu Bahar Encu, bavê Adem Ant Raşît Ant, birayê Aslan Encu Halîl Encu, dezgirtiya Adem Ant Galîbe Urek û xuşka Salîh Urek Seyhan Urek axivîn.

EM NE LI BENDA WEKHEVIYÊ NE EM Ê WEKHEVIYÊ BIAFIRÎNIN'

Dayîka Erdan Felek Encu diyar kir ku, Serokwezîr êşa dayîkan fêm nake, dê fêm neke û li hemberî êşa dayîkan rêz nîşan nade. Encu got: "Erdogan li şûna ku piştî axaftina xwe ya li meclîsê lêborîna xwe bixwaze, bersiv dide. Ev helwest bêwijdanî ye. Serokwezîr her tim dibêje, 'bila dayîk negirîn', dayîkan dide girandin. Em ne li benda wekheviyê ne, wekheviyê em ê biafirînin." Ji ber Encu di dema axaftina xwe de demên bihestiyar jiyîn, axaftina xwe di nîvî de birî.