Dayikên Şemiyê hatin destgîrkirin

Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Dayikên Şemiyê careke din ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin û dixwazin kujer bên darizandin di hefteya 947'an de li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mûsa Pîroglu, Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şaxa Stenbolê Ûmît Efe jî tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bûn.

Dema kom hatin Qada Galatasarayê, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û bi mertalan dora wan hate girtin. Rojnamevanên ku nûçe dişopandin jî bi darê zorê ji qadê hatin derxistin.

Eren Keskin û Ûmît Efe jî di nav de herî kêm 10 kes hatin destgîrkirin.