‘Dayikên Şemiyê berdin’
Xizmên windakiriyan û parêzvanên mafên mirovan, daxwaza berdana Dayikên Şemiyê yên hatine destgîrkirin, kirin.
Xizmên windakiriyan û parêzvanên mafên mirovan, daxwaza berdana Dayikên Şemiyê yên hatine destgîrkirin, kirin.
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan têkildarî destgîrkirina li Qada Galatasarayê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê lidar xist. Di civînê de daxuyanî birayê Hayrettîn Eren Îkbal Eren xwend.
Endama Komîsyona li Dijî Windakiriyên Destgîrkirî ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê beriya civînê, diyar kir ku destgîrkirin ne hiqûqî ne û wiha got: “3 nifş in em dest ji têkoşîna xwe bernadin, em ê ji niha şunde jî dest jê bernedin.”
Eren ê pişt re daxuyanî xwend ev tişt gotin: “Ev pêkanîna heyî bêhiqûqî ye, sûc e. Înkara makeqanûn û qanûnan e. Em bi palpişta biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dixwazin li Qada Galatasaraye daxuyaniyê bidin. Masîde Ocak diyar kir ku tu palpişta hiqûqî ya kesên destîgîr dikin nîne. Ji ber gotina wan a li dijî mafdarbûna me nîn e, bi sedan polîsên bi çekên giran derdikevin pêşberî me.
Em bi biryar in ku maf û azadiya xwe biparêzin. Tevî we jî em ê dest ji vê bibîryardariya xwe bernedin. Qada Galatasarayê ya me ye, ya me hemûyan e. Em ne dest ji windakiriyên xwe ne jî ji Qada Galatasarayê berdin. Em ê gotina xwe bidomînin û hesabê ji kesên windakirine re bipirsin. Bila malbatên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan ên di hefteya 942’emîn de hatine destgîrkirin demildest bên berdan.”
Piştî daxuyaniyê kekê Hasan Ocak ê destgîrkirî hatiye windakirin, Huseyîn Ocak axivî. Ocak destnîşan kir ku bi biryar in ku têkoşîna xwe bidomînin.
Piştre parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû axivî. Pîroglû diyar kir ku Qada Galatasarayê cihê Dayikên Şemiyê ye û têkoşîna ji bo windakiriyan tê dayîn têkoşîna hevkar a herkesê ye.