Dayika Mehmet Ayvalitaş jiyana xwe ji dest da
Dayika Mehmet Ayvalitaş jiyana xwe ji dest da
Dayika Mehmet Ayvalitaş jiyana xwe ji dest da
Dayika Mehmet Ayvalitaş ê di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da, Fadîme Ayvalitaş jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Ayvalitaş ê ku di 2'ê Hezîranê de di dma meşa berxwedan Gezî ya li Taxa 1 Mayis de wesayît lê qelibî û jiyana xwe ji dest da, dayika wî Fadîme Ayvalitaş jiyana xwe ji dest da. Fadîme Ayvalitaş a krîza dil derbas kir, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Goztepe, îro jiyana xwe ji dest da.
Fadîme Ayvalitaş di 21'ê Mijdarê de piştî doza qetilkirina Mehmet Ayvalitaş gotibû, "Waliyê Stenbolê, ji roja destpêkê ve kujerê Mehmedê min parast. Walî gotibû, 'wê şevê baran dibariya, wesayît şemitî û qeza kir.' Wê şevê baran tinebû. Gelo bi tenê ew li Stenbolê dijîn. Dema serê sibê hatim, bi hêviyekê hatim. Min got dê kujer bê girtin. Lê belê kujerê Mehmedê min parast in. Min li ti derê edaleteke bi vî rengî nedîtiye."