Dayik Meryem bi strana ‘Ez şehîdim’ spartin axê

Meryem Bulut a di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê 10 hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. Dayik Meryem a 10 km li ser milan hat hilgirtin, li rex neviyê xwe şervanê YPG’ê Çekdar Batman hat defnkirin.

Meryem Bulut a di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê 10 hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.  Dayik Meryem a 10 km li ser milan hat hilgirtin, li rex neviyê xwe şervanê YPG’ê  Onur Polat Çekdar Batman hat defnkirin.

Cenazeyê endama Dayikên Aştiyê Meryem Bûlût, di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû, bi konvoyek sedan wesayîtî ve anîn Êlihê. Di ketina Êlihê de bi hezaran kesî Dayika Meryem pêşwazî kirin û darbesta wê ya bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin girtin ser milên xwe. Di meşa ku zarokên Dayika Meryem, parlamenterên HDP’ê yên Êlih û Mêrdînê, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî tevlî bibûn de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Qatil dewlet hesab bide”, “Qasida Aştiyê Dayika Meryem nemir e”, “Şehîd namirin”, “Rêhevala Apo nemir e”, “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo” hatin gotin.

‘JI BO AŞTIYÊ JIYANEK KOÇBER HILBIJARTIBÛ’

Di merasîma li Taxa 19 Mayisê de kurê Dayika Meryem, Lokman Bûlût axivî û got Dayika Meryem ji bo leşker û gerîla nemirin her tim di nav mîtîngên aştiyê de bû û tevlî çalakiyên Mertalên Zindî dibû. Bûlût wiha axivî: “Wê îşev bibe mêvanê Çekdar. Silavan li Çekdar bike dayika min a delal. Ti li ser axa xwe yî, li Kurdistanê yî, hevrêyên te bi merasîmek layiqî te, te oxir dikin.”

Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Sakîne Guven got ku li Licê di çalakiya Mertalên Zindî de Dayika Meryem nas kiriye, destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi Dayika Meryem a heta dawiyê ji bo aştiyê têkoşiyayî ve ser bilind be.

Piştre ferdên malbatê li ser darbesta Dayika Meryem kom bûn, wesiyeta wê ya “Min bi stranan defn bikin” bi cih anîn, zarokên wê û neviyên wê bi strana, “Ez şehîd im, pakrevan im” ve li Goristana Girbereşk, li kêleka neviyê wê, şervanê YPG’ê Çekdar, ew spartin axê.

...