Daxwaza berdanê ya Fadil Şenyaşar cardin hat redkirin
Fadil Şenyaşarê ji Malbata Şenyaşaran ku sala 2018’an ji aliyê AKP’yiyan rû bi rûyê qetlîamê bû, di rûniştina dadgehê de ku li Meletiyê hat kirin, nehat berdan.
Fadil Şenyaşarê ji Malbata Şenyaşaran ku sala 2018’an ji aliyê AKP’yiyan rû bi rûyê qetlîamê bû, di rûniştina dadgehê de ku li Meletiyê hat kirin, nehat berdan.
Rûniştina doza têkildarê qetlîama berpêyî malbata Şenyaşaran, piştî navbera ku hat dayîn, cardin li Dadgeha Cezayên Giran a 3’yemîn a Meletiyê dewam kir.
Şandeya dadgehê ji ‘’gumanbariyeke zêde ya sûc’’, biryara dewamkirina li girtina Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz û ji ‘’berhevnekirina delîlan’’ biryara dewamkirina li girtina Celal Yildiz û Mîkaîl Şîmşek da’’
Rûniştin, taloqê 18’ê Tîrmehê hat kirin.