Daxuyaniya HBDH'ê ya li ser komkujiya 19'ê Kanûnê ya li girtîgehan

Komîteya Rêveber a HBDH'ê ji ber salvegera komkujiya 19-22'ê Kanûna 2000'î ya li girtîgehan û salvegera berxwedana girtiyan daxuyaniyek da û got, "Doh dijmin li girtîgehan çi bû, îro jî heman tişt e."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ji ber salvegera komkujiya ku dewleta Tirk bi navê "Operasyona vegera li jiyanê" li girtîgehan kir, daxuyaniyek weşand û girtiyên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û destnîşan kir, ku wê ala wan bilind bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkoşîna şoreşê bi şert û mercên şer ê newekhev dagirtî ye. Serwer, derfetên li ber destê xwe hemûyî ji bo tepisandina têkoşîna şoreşger û pêşverû bi kar tînin. Girtîgeh jî ji wan çeperên herî dijwar ên şert û mercên şer ê newekhev e. Lewma bûne çeperên şoreşê yên stratejîk."

Di daxuyaniyê de işaret bi polîtîkaya desthilatdariyê ya li ser girtîgehan hate kirin û hate gotin, "Armanc ji vê polîtîkayê ew e ku yên li hemberî xwe bitepisîne, kesên ku nikare bi wan bigire, şopeke mirovahiyê nehêle. Tecrîd, destavêtin û destdirêjî weke amûrên herî qirêj têne bikaranîn. Tenê ji bo xatirê mayindebûna 'dewlet'ê û otorîteya desthilatdariyê."

HBDH'ê diyar kir, ku komkujiya 19-22'ê Kanûna 2000'î jî bi vê ferasetê hatiye kirin û got, "Lê belê ya ku hesabê wê nekir, rastiya ku 'îradeya şoreşger teslîm nayê girtin' bû. Ev rastî careke din li rûyê wan hate xistin. Berxwedana bi heybet a li girtîgehan li aliyekî, girtîgeh her wiha pêşengiyê ji derve re jî dike, li refên herî pêş ên meşa şoreşê cih digire."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku şoreşgerên dîlgritî bedena xwe kirin çalakî û bi rola xwe ya rêxistinî rabûn, êrîş hemû têk birin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Girtiyên şoreşger ên bi zorê li girtîgehên tîpa F hatin bicihkirin, bi rojiya mirinê ragihandin, ku wê serî li ber tecrîda mayinde netewînin. Ji bo hesabê hevrêyên xwe yên nemir bipirsin, ji bo tecrîdê parçe bikin bedena xwe dan ber mirinê. Bi berxwedana xwe ya bi heybet careke din dijmin ji aliyê stratejîk ve têk birin, dijmin careke din fêhm kir ku çi dike bila bike nikare li ber îradeya şoreşgerî bisekine. 122 neferên berxwedana sor, 122 şoreşgerî êrîşên dijmin, teslîmiyet, zext û komkujî têk birin.

Dijmin doh li girtîgehan çi be, îro jî bi heman rengî ye. Ji ber ku girtîgeh ne polîtîkaya desthilatdariyê ye, polîtîkaya dewletê ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê jî vê polîtîkayê dimeşîne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dehan zindanan, şoreşger û girtiyên siyasî li dijî êrîşan berxwedanê geş dikin û hate gotin, "Li refên herî pêş ên meşa şoreşê ya yekbûyî cih digirin, bi erka pêşengiyê radibin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan em neferên têkoşînê yên ku di cenga 19-22'ê Kanûnê de tevlî karwanê nemiran bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di heman demê de hevrêyên xwe yên li dijî êrîşên dijmin bi lehengî têdikoşin bi coşa xwe ya şoreşgerî silav dikin. Û careke din diyar dikin, ku em ê têkoşîna li dijî tecrîd û êrîşên teslîmgirtinê, bilind bikin."