Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû qebûl kir ku balefira Tirk a ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye xistin, qada hewayî ya Sûriyeyê bin pê kiriye, lê got ku balefira Tirk di avên navneteweyî de hatiye xistin.
Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû der barê mijarê de ji TRT’ê re axivî û got; “Balefira me di avên navneteweyî de hatiye xistin” û îdîa kir ku balefira wan 13 mîlan derveyê axa Sûriyeyê hatiye xistin. Davûtolgû qebûl kir ku balefira wan derbasî qada hewayî ya Sûriyeyê bûye, lê îdîa kir ku balefir piştî hişyariyê di demek pir zû de ji xaka Sûriyeyê derketiye.
Davûtoglû diyar kir ku dê balefir di ser Îskenderûyê re biçûya Deryaspî û destnîşan kir ku wana di encama lêkolînan de piştrast kiriye ku balefira di avên navnateweyî de hatiye xistin.
Davûtoglû diyar kir ku Sûriyeyê di dema xistina balefirê de ne pîlotên balefirê û ne jî Wezareta Derve ya Sûriyeyê hişyar nekiriye. Davûtoglû bal kişand ser daxuyaniya Sûriye ya bi awayê “me nedizanî balefira Tirkiyeyê ye”, rastî nayên veşartin û got ku ew ê vê meseleyê bi aktorên navnetewî re parve bikin.
Davûtoglû got; “Em li ser esasê tu agahiyên şaş nakevin nava tevgerê.” Û diyar kir ku hewldanên wan ên di asta NATO’yê de berdewam dikin.