Di doza ku 18 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di nava wan de parlementer û Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk û Ayla Akat Ata jî heye bi angaştên wekî "xerab bikaranîna peywirê" û "endamtiya rêxistinê" tên darizandin de mutalaayekî nû dê were amadekirin. Dadgeh her wiha daxwaza parêzeran a rawestandina darizandina parlementeran jî red kir.
Rûniştina doza li 9'emîn Cezayê Giran a Stenbolê ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Aysel Tûglûk, Ayla Akad Ata, Îrfan Dundar, Dogan Erbaş, Hatîce Korkût, Aydin Orûç, Okan Yildiz, Firat Aydinkaya, Ahmet Avşar, Turkan Aslan, Sevîl Kuçukkkoşûm, Mahmût Vefa, Baran Dogan, Devrîm Bariş Baran, Bekîr Kaya, Mahmût Şakar, Mehmet Nurî Ozmen û Mûzaffer Akad û rojnameger Mehmet Alî Bîrand tên darizandin hate dîtin. Di doza ku bi angaştên wekî "peywira parêzeriyê bi xerabî bi kar aniye", "Endamê rêxistinê ye", "Propagandaya rêxistinê" û "Alîkarî daye rêxistinê" di sala 2004'an hate vekirin de bersûc Dogan Erbaş ku di dozekî din de girtiye anîn rûniştinê. Di rûniştina ku parêzerên bersûcan beşdar bû de dozger bi hinceta ku sûcên hin bersûcan dikeve ber borandina demê û ji ber ku dosya pir berfireh e xwest mutalayekî nû amade bike.
DÎSA TALOQ BÛ
Parêzerên Dogan Erbaş di rûniştinê de axivîn û da zanîn ku muvekilên wan di dosyayekî din de bi angaşta "Endamê rêxistinê ye" hatiye girtin û xwestin ku her du dosya bi yek bibe. Parêzerên Aysel Tûglûk û Ayla Akat Ata jî diyar kirin ku muvekên wan parlementer in û divê darizandin rawest e. Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir, daxwaza dozger a wekî amadekirina mutalayekî nû jî qebûl kir û rûniştinê taloqî 9'ê Cotmehê ku salvegera derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê ku wekî 'Komploya navneteweyî' tê binav kirin, kir.