Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind der barê BDP’iyên ku li navçeya Şemzînana Colemêrgê ji aliyê gerîlayan ve li ser rê hatin rawestin de, lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind der barê bûyerê de ji dozger dîmen xwestin û dosyeya sîcîlê ya partiyê jî kir bin lêpirsînê. Piştî lêpirsînê tê payîn ku dê der barê BDP’ê de biryara girtinê bê dayîn an na.
Lêkoşîna Dadgeha Bilind a der barê BDP’ê de, piştî daxauyniya partiya AKP’ê ya ku BDP kiribû hedef hate destpêkirin. AKP’ê bang kir ku bila destnedana parlamenterên BDP’ê bê rakirin û CHP’ê jî piştgirî dabû van bangan. Rêberê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu got bi şertê ku parastina destnedana kursiya wan bila destnedan rabe.