Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên 2 sala berê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê yên bi 4 molotofan hatin girtin dihatin darizandin bi îdîaya "Ji rêxistinê re çek peydakirin" 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê girtin, erê kir.
Parêzerên Kadîr Canîş û Hakan Zeydan yên ku di 9'ê mijdara 2010'an de li Wanê bi 4 molotofan an fîşekên hewayî hatin girtin û ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Wanê ve ji her yekî re bi îdîaya "Ji rêxistinê re çek peyda kirin" 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê danê birin temyîzê. Parêzeran, cezayê ji muwekîlên wan re hatin dayîn zêde dîtin û anîn ziman ku, dadgehê daxwaza muwekîlên wan ya parastina zimanê zikmanî qebûl nekirin. Parêzeran xwest ku bi hinceta "mafê parastinê hate astengkirin" serî li 9'emîn Daîreya Ceza dan û cezayê hate dayîn bê xirabkirin.
DADGEHA BILIND BAL KIŞAND SER TIRKÎ!
Dadgeha Bilind dosya lêkolîn kir, bal kişand ser madeyên Peymana Mafên Mirovan ya Ewropa yê 6/3 û Zagona Dadgeha Ceza ya 202'an. Dadegehê diyar kir ku, mafê girtiyan yê alîkariya werger di demên dadegehê ji ziman fêmnekir derbazdare. Dadgehê di biryara xwe da, da zanîn ku zimanê dewletê tirkiye û di lêpirsîn û dadgehan de tirkî tê bikaranîn. Di biryarê de hate gotin ku kesên tirkî fêm dikin divê tirkî biaxivin. Di biryara dadgehê de hate gotin ku, parastin bi hincetên bi bawer hate redkirin. Dadgehê îtîraza parêzer û kesên girtî red kir biryara dadgeha herêmî dayî erê kir.