Dadgeh: Tûncel li derveyê mafê destnedanê ye

Dadgeh: Tûncel li derveyê mafê destnedanê ye

10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hinceta biryara cezayê 8 sal û 9 meh ê li Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel birî amade kir. Dadgehê di biryarê de diyar kir ku Tuncel endama PKK/KONGRA-GEL e û lê li gorî madeya 14'emîn a makezagonê sucdarî di çarçoveya yekîtiya dewletê û hevkariya gel xerab kir de dimîne derveyî mafê destnedanê dimîn e.

Hinceta biryara cezayê ji 8 salî û 9 mehan pêk tê ya ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncelê re hate dayîn hate amadekirin. Ligel cezayê girtîgehê biryar dernekeve derveyî welat jî hatibû dayîn. Di hinceta biryarê de hate diyarkirin ku Tuncel derveyî mafê destnedanê ma ye. Di biryarê de cih da madeya 14'emîn a makezagonê ya, "Tu kes li gorî mafên di makezagonê de cih digire nikare yekîtiya dewletê û hevkariya gel perçe bike û komara laîk û demokratîk ji holê rabike." Di biryarê de hate îdîakirin ku Tuncel endama PKK/KONGRA-GEL e û sûcê wê di çarçoveya madeya 14'yan ê makezagonê de hate nirxandin ji ber vê yekê ji mafê destnedayîn bê par hate hiştin.

Tuncel ji ber îfadeyên Îbarhîm Çakmaz ê ku ji ber cînayetekê hate girtin û îfadeyên şahidên nepen tê sûcdarkirin. Di van îfadeyan de tê gotin Tuncel di sala 2004'an de ji Deriyê Sînor ê Xebûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bû û tevlî Kongreya PRD'ê (Partiye Rizgarîya Demokratîk) bû, cilên rêxistinê li xwe kirin, ji rêxistinê re endam qezenc kirin, fermana çalakiyên li Esenlerê da û tevlî kongreya PJA'yê bû. Li gel di dadgehê de ji şahidan Hacer Nar got ku li midûriyeta polîsan ji ber deruniya wî nebaş bû îfadeyêndayîn şaş in got jî disa jî di biryarê de îfadeyên Nar ên li midûriyeta polîsan dayîn li ber çavan hatin girtin. Di biryarê de îfadeyên şahidên nepen li ber çavan hatin girtin lê îfadeyên parêzerê Tuncel ên Tuncel di çarçoveya xebatên jinan ên DTP'ê çû Dihukê û bi Şaredariya Dihukê re xebitî li ber çavan nehatin girtin.

Di biryarê de tê gotin Tuncel 4 kes şandin çiyê û fermana çalakiyên di sala 2003'yan ên şîdetê da û wiha hate gotin: "Di 12'yê hezîrana 2004 û 20'ê tebaxa 2004'an tevlî 5'emîn Kongreya Jina a li kampên rêxistinê yên li Çiyayê Qendîlê bû û cilên rêxistinê li xwe kir, piştî kongreyê weke delegeyê Tirkiyeyê ji bo tevlî 2'yemîn kongreya PRD'ê bibe çû lê berî kongreyê ji kampê veqetiya." Di biryarê de hate destnîşankirin ku ji ber xebatên kirin endama PKK'ê ye û ev yek bi îfadeyên şahidên nepen, şahid Îbrahîm Çakmaz û şahid Hacer Nar hate şênberkirin.