Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive
Komîsyona li Meclisê hatiye damezirandin, biryar da ku roja Înê, bi rojeva serdana Rêber Apo bicive.
Komîsyona li Meclisê hatiye damezirandin, biryar da ku roja Înê, bi rojeva serdana Rêber Apo bicive.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya 17'emîn li Meclisê li dar xist. Di civînê de Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlikaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT'ê İbrahim Kalin hatin guhdarkirin.
Hat diyarkirin ku di civînê de ji bilî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji aliyê gelek parlamenteran ve çûyina Girava Îmraliyê hatiye rojevê. Komîsyona Meclîsê 21'ê Mijdarê roja Înê ji bo çûyina Girava Îmraliyê dê careke din bicive û biryara çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêber Apo re bide.
Endama komîsyonê û Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît piştî civînê pirsên çapemeniyê bersivand û diyar kir ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Apo biryar dane ku ew ê roja Înê bicivin.
Cîgirê Serokê MHP'ê û endamê komîsyonê Fetî Yildiz jî ev tişt ani ziman: “Roja înê em ê bicivin û di demeke nêz de em ê biçin.”