CPT: Dewleta Tirk di nava 8 salan nêzî 150 sivîl li Başûr qetil kir

CPT’ê da zanîn ku ji Gulana 2015’an ve, heta niha dewleta Tirk bi êrîşên hewayî 150 welatî li Başûr qetil kir û 260 kes jî birîndar bûne.

Duh li çiyayê Şirîn li gundê Erdêl ya ser bi bajaroka Şêladizê ve cenazeyê du welatiyên bi navê Arif Omerî (50) û Ehmed Hesen (35) hatin dîtin. Herdu welatî beriya 11 rojan ji bo komkirina pincarên baharê berê xwe dabûn çiya.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) ragihand ku herdu welatî di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûne.

Li gorî amareke CPTʹê, ji Gulana 2015’an ve heya niha nêzî 150 welatiyên sivîl di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûne û 260 kes jî birîndar bûne.

CPTʹê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.